Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin ku gelê Cizîrê li dijî komkujiyên hêzên dewletê berxwedaneke mezin nîşan dide û destnîşan kir, ku berdêla wê mirin jî be, wê gel teslîm nebe.
Encu her wiha hişyarî da, ku eger hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê herêmê ranebe ser piyan, dibe ku li Cizîrê komkujiyeke pêşî lê neyê girtin, rû bide.
Li Cizîrê, qedexeya derketina derve ya bi fermana Wezareta Karên Hundir li dijî ragihandina xwerêveberiyê hat îlankirin, dewam dike. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu rewşa li Cizîrê ji ANF'ê re vegot.
Encu anî ziman ku li Cizîrê pitika di pêçekê de jî di hedefê de ye û destnîşan kir ku, berxwedana gel a li hemberî vê gefê dewam dike. Encu got, "Dor li Cizîrê hatiye girtin. Li hemberî êrîşên dewletê yên hilanîna tolê ji gel, Cizîrî berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Gelê Cizîrê bi rojane, tî, birçî li hemberî kujerên zordaran, xwe û taxa xwe diparêze. Li cihekî ku pitika di pêçekê de jî rastî guleyan hatiye, anonsen 'teslîm bibin' li gel tê kirin. Gelê Cizîrê ne teslîmiyetê, bi tilîliyan bersivê dide êrîşên faşîstan."
Encu da zanîn ku li Cizîrê jiyana rojane teviziye û diyar kir ku nexweşxane hemû naxebitin. Encu nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Waliyê Şirnexê da ku walî gotibû 'bersiv ji hemû pêwîstiyên gel re tê dayîn' û ev xal destnîşan kir: "Gel nikare pêwîstiyên xwe yên bingehîn tedarik bike. Ji bo em birîndarekî yan jî nexweşekî rewşa xwe giran e rakin nexweşxaneyê, bi saetan em dikevin nava hewldanan û bi zorê dikarin bibin. Mixabin pevçûn hînê dewam dike. Li Cizîrê ev 5 roj in dorpêçiya polîsan heye, hewl tê dayîn komkujî li gel bê kirin. Ti ji nexweşxaneyan niha naxebitin. Eger mirov bibîne ku qedexeya derketina derve nayê rakirin, wê guh nedin guleyan, tankan û topan, tevî rîska mirinê jî wê bi ser van kujerên zordar ve bimeşin. Binêrin bi rojane Walî û Qeymeqam bersivê nadin telefonên me. Em hewl didin gelê Cizîrê bisekinînin, lê dewlet erka kuştinê dide polîs û leşkerên xwe û berê wan didin gel. Gelê Cizîrê tevî bomberdûmana dijwar jî, bi tilîliyan bersivê dide êrîşan. Dewleta ku şerê bajêr daye destpêkirin, divê zanibe ku wê nikaribe vîna vî gelî bişikîne. Bi komkujiyan re wê nikaribe gelê Cizîrê bêdeng bike."
EGER HÊZÊN DEMOKRASIYÊ Û GELÊ HERÊMÊ RANEBE SER PIYAN WÊ KOMKUJÎ RÛ BIDE
Encu anî ziman ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û gelê herêmê li hember komkujiya li Cizîrê bêdeng e û got: “Pêwîst e hemû mirov biherikin Cizîrê. Bi rojane çima kes deng nade qîrîna Cizîrê. Ekîbên îtfaiyeyê yên dixwazin şewata xaniyên wesayîtên zirxî derxistine vemirînin tên gulebarankirin. Pêwîst e êdî raya giştî vê bibîne. Divê nerazîbûn nîşan bide. Li vir gelê Cizîrê terkî mirinê hatiye kirin. Walî dibêje, ‘tengasiyên gel tên bicihanîn’. Lê vir bi sedan kes bi dizî ji bo ji firinê nan bigirin di rêzê de ne. Heta tîmên taybet ên vê ferq dikin guleyan berdidin gel. Duh 4 zarokên li ber firinê bûn hedef. Eger hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û gelê Herêmê ranebe ser piyan dibe ku li Cizîrê bi hezaran kes bên qetilkirin.”
Encu bang li personelê tenduristiyê yê li navçeyê jî kir da ku ji bo kesên birîndar û nexweş bikevin nav tevgerê.