Girseya dixwest ji Mêrdînê biçe Cizîrê hat astengkirin

Welatiyên Mêrdînê yên bi pêşengiya HDP, DBP û MEYADER'ê kom bûn û xwestin ji bo piştgiriyê bidin gelê Cizîrê ku di bin dorpêça polîs û leşkeran de ye û li ber xwe didin biçin Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Welatiyên Mêrdînê yên bi pêşengiya HDP, DBP û MEYADER'ê kom bûn û xwestin ji bo piştgiriyê bidin gelê Cizîrê ku di bin dorpêça polîs û leşkeran de ye û li ber xwe didin biçin Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Her wiha polîsan heyeta rêveberên saziyên mafê mirovan ên ku ji Amedê jî hatin û biçin jî Cizîrê asteng kir. Piştî demek dirêj polîs neçar man ku rê bidin heyetê û heyet ber bi Cizîrê derket rê.

Bi pêşengiya rêxistinên DBP, HDP ên Mêrdînê û MEYA-DER’a Mêrdînê bi boneya piştgirî bidin berxwedana Cizîrê, ji 9 navçeyan û ji navenda Mêrdînê gel hat li otogara navbajara ya Nisêbînê li hev kom bû. Di nav gel de parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, hevserokên DBP’a Mêrdînê Omer Ocalan û Perîhan Agaoglu, rêveberên HDP, DBP ên bajêr û navçeyan, hevşaredarên herema Mêrdînê, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û bi sedan welatî hebûn piştî kombûnê li wesayîtên xwe siwar bûn û bi karwanekî wesayîtan berî dan Cizîrê. Polîsan, karwanê wesayîtan li çaryana riya Îpekê ya li Nisêbînê bi maşîneyên zirxî rawestand û ne hişt karwanê wesayîtan biçe Cizîrê. Ligel hemû hevdîtinên ku rayedarên HDP û DBP’ê bi polîsan re kirin jî polîsan destûra çûna wan a Cizîrê neda.

Li ser vê yekê parlamenter Erol Dora axivî û diyar kir ku ji bo ew piştgirî bidin berxwedana gelê Cizîrê û rewşa antî demokratîk a ku li ser gelê Cizîrê hatiye îlankirin dê di cih de bişopandina. Her wiha Dora anî ziman ku ji bo ew rewşa Cizîrê ji raya giştî ya Tirkiyê û cîhanê re ragihînin dê biçûna Cizîrê û got ku polîs bi awayekî dij hiqûqî destûr nedan ew bi girseyî biçin Cizîrê.

Piştî axaftina Dora, welatiyên ku çûna wan hate astengkirin zivirîn cihê ku jê hatine.

PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN JÎ HATIN ASTENGKIRIN

Di vê navberê de heyeta ku ji saziyên mafên mirovan ên ku ji TÎHV, ÎHD, MAZLUM-DER Û MHD pêk dihat jî ji Amedê ber bi Cizîrê ve ketibû rê. Heyeta parêzvanên mafên mirovan jî li ser riya Îpêkê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Balkêş bû ku di dema nîqaşên parêzvan û polîsan de polîs bi dengên bilind bi ser heyetê ve çûn. Piştî hevdîtinan polîs neçar man ku rê bidin heyeta parêzvanên mafên mirovan û piştî polîsan astengî rakirin heyet ber bi Cizîrê ve carek din derket rê.