HPG: 20 karmendên gumrikê yên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku 20 karmendên gumrikê yên hatin binçavkirin, serbest hatine berdan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "20 karmendên gumrikê yên dewletê, di 10 û 21'ê Tebaxê de ji aliyê gerîlayên me ve hatin binçavkirin. Karmendên bi navê Mehmet Temel, Emre Çelîk, Remzî Acar, Şevket Sargin, Îbrahîm Berat Dûrsûn, Haci Bakî Îcat, Omer Farûk Koyûncû, Alî Karaçinar, Gokhan Guven, Vahîp Yilmaz, Adnan Kaya, Mehmet Armagan, Ergun Pay, Kemal Sûna Ozer, Ahmet Maraşlioglû, Metîn Acar, Hasan Gokdogan, Ayşe Şen, Bahadir Kiliçaslan û Aydogan Kavak, piştî lêpirsîna wan temam bû, ji aliyê Fermandariya me ya HPG'ê ve radestî heyeta ji saziyên civakî yên sivîl û Berdevkên HDP'ê yên Hewlêrê hatin kirin."