Bi daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî' li ber Parlamenta Ewropayê (PE) çalakiya rûniştinê destpê kir. Bi rayedarên PE û CPT re wê li ser azadiya Ocalan hevdîtin bên kirin û der barê tecrîdê de agahî werin dayîn.
SERKAN DEMÎREL
STRASBOÛRG
sêşem, 8 rezberê 2015, 12:12
Bi pêşengiya 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî" li ber Parlamenta Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya du rojan hat destpêkirin.
JI PARLAMENTA EWROPAYÊ TÊ XWESTIN AZADÎ Û TECRÎDA LI SER OCALAN BIXE ROJEVA XWE
Ji nûnerên HDP'ê yên Ewropayê Faîk Yagizan û ji 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî' Fûat Kav, Hevserokên KCD-E Mûrat Ceylan û Diljah Osman, tevî girseyeke qelebalix cihê xwe di çalakiyê de girtin. Di çalakiya li bindê kon de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat xwestin ku Ocalan tavilê azad bibe.
Kurdistaniyan û dostên wan, çalakiyên xwe yên demeke dirêj e ji bo azadiya Ocalan li bajarên cuda yên Ewropayê lidar dixin careke din gihandin Parlamenta Ewropayê. Kurdistanî ji Parlamenta Ewropayê dixwazin tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan bixe rojeva xwe.
Çalakger bi tîşortên bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî" li qada çalakiyê kom bûn û bi yek dengî dirûşma "Azadî" qîriyan. Der barê çalakiyê de wê di saetên pêş de daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn.
WÊ BI RAYEDARÊN PE Û CPT RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN
Di nava du rojên çalakiyê de heyetek wê bi rayedarên Parlamenta Ewropa (PE) û Komîteya pêşîgirtina li îşkenceyê (CPT) re hin hevdîitinan bike û dosyayên ji bo azadiya Ocalan pêşkêş bike.
CIVÎNA BI BEŞDARIYA AYDAR
Wekî din îro danê êvarê saet di 18:00 de wê bi beşdariya Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li ser bûyerên dawî yên li Kurdistanê civînek li qada çalakiyê were lidarxistin.