KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîs hewl didin bikevin Taxa Hasirli
Li navçeya Sûra Amedê polîsan Taxa Hasirli dorpêç kir û bi maşîneyên zirxî ketin kolanan. Piştî polîs ketin kolanê welatiyan bersiv da polîsan û şer derket. -
Polîsên Tirk li Dêrsimê êrîşî ciwanan kirin
Li Dêrsimê ciwanên ku komkujiya li Kurdistanê pêş dikevin şermezar kirin û çalakî pêk anîn, rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan jî bersiv dan polîsan û pevçûn derketin. -
Gel li Cizîrê li ser piyane
Li Cizîrê gel li hember hewldana komkujiyê di nav berxwedanê de ye, tevî qedexeya derketina derve jî kolanan terk nake. Piştî tarî kert erdê welatiyên derketin kolan û cadeyan dest bi çalakiya dengderxistinê kirin. -
Polîsên Tirk destûr nadin heyeta HDP’ê derbasî Cizîrê bibe
Heyeta HDP'ê bi boneya li Cizîrê lekolîn bike xwest biçe Cizîrê, lê polîsan destûr nedan. -
Sune li Nisêbînê ji aliyê dehhezaan ve hat oxirkirin
Cenazeyê Lokman Sune ku duh ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin, ji aliyê dehhezaran kesan ve hat definkirin. -
Li Serelbakê çalakiya mertalên zindî destpê kir
Li navçeya Elbak a Wanê li herêma Serelbak a tevahiya 15 rojan wek “Herêma EwlekariyaTaybet” hat îlankirin, welatiyan kon vedan û dest bi çalakiya çalakiya mertalên zindî kirin. -
Li Cizîrê zarokek hat birîndarkirin
Li Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan berdewam dike û ji ber gulebarana sekvanên li Aşk Tepesî hatine bicihkirin zarokek birîndar bû. -
Hezexê ji bo Cizîrê meşa piştgiriyê li dar xist
Li Hezexê bi hezaran welatiyan bi meşekê piştgirî dan gelê Cizîrê ya hewldana qetlîamê lê didome û peyama wê destûrê nedin qetlîamên nû dan. -
Ji 4 taxên Cizîrê yên hatine dorpêçkirin ti agahî nayên stendin
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp got ku ji 4 taxên Cizîrê yên leşker-polîsan dorpêç kirine ti agahiyan nikarin bigirin û diyar kir ku li taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yasef dengê çekan bi awayekî zêde tên. -
YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya sê şervanên YPG’ê yên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir. -
Şîmşek: Beriya dereng bikeve divê her kes destê xwe bixe bin kevir
Li Taxa Hasirli ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê dorpêça polîsên tîmên taybet ên rasterast gule berdan û Salîha Opçîn (39) bi giranî birîndarkirin didome. -
HPG: Li hember komkujiyên dewleta Tirk çalakiyên gerîlayan didomin
Gerîlayên HPG’ê li hember êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd bi çalakiyan bersiv didin. Di pevçûnan de 25 leşker hatin kuştin, 8 jê giran 11 leşker jî birîndar bûne. -
Cenazeyê Sune şandin Nisêbînê
Cenazeyê Lokman Sune yê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji Amedê şandin Nisêbînê. -
NPG: Çalakiya li Dêrsimê dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide
NPG’ê têkildarî çalakiya li Dêrsimê got: “Ev çalakî, her çiqasî ji derveyî agahiya fermandariya me ya qadê hatibe kirin jî, bi ruh û cesareta hilgirtiye sekneke ku dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide.” -
Li herêmên gerîlayan tevgera balafiran
Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera artêşa Tirk a balafirên şer û keşfê didome. Li hemberî herêmên parastinê yên Medya êrîşên bi obus û hawanan didomin. -
HDP: Pêwîst e hilbijêrên me heta 10’ê Îlonê adresên xwe kontrol bikin
HDP’ê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bang li hilbijêran kir ku heta 10’ê Îlonê ji bo guhertina adresan kontrolên pêwîst bikin. -
HDP heyeta duyemîn dişîne Cizîrê
HDP, ji bo êrîşên ku dewleta Tirk li Cizîrê pêk tîne, di cih de bişopîne heyeteke din dişîne Cizîrê. -
Onlu: Zimanê ku zîhniyeta çetegir fêm dike serhildan e
Dêrsimiyan terora dewletê ya li bajêr protesto kirin. Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu ê di çalakiyê de axivî diyar kir ku zimanê zîhniyeta çetegir jê fêm dike serhildan e. -
Polîsan li Sûrê jinek birîndar kirin
Li Taxa Hasirli ya Sûrê ya ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin, ji ber gulebarana tîmên taybet jinek birîndar bû. -
Dewlet êrîş dike Cizîr ber xwe dide!
Ji navçeya Cizîrê re bi rojane gelek tang, top, wesayîtên zirxî, polîs, leşker û tîmên taybet hatin sewqkirin û şevê din starta komkujiyê hat dayîn. -
Li Kopê 5 kes hatin girtin
Li gundê Kekelî yê Kopê ji 9 welatiyên di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin û ew şandin girtîgehê. -
DBP’ê bang li gel kir ku bên navçeya Sûrê
Partiya Demokratîk a Herêman (DBP)’ê ragihand ku navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin û bang li her kesî kir ku li Sûrê bicivin. -
Leşkerên Tirk li Wanê wesayîtek sivîl gulebaran kirin: 1 birîndar
Leşkerên Qereqola Jendermeyan a Akbulaka Bêgiriyê li maşîneyekê gule reşandin û ajokarê maşîneyê Denîz Gokay birîndar kirin. -
Encu: Cizîrê dişewite, deng derxin
Parlamenterê HDP’yî Ferhat Encu, diyar kir ku pevçûnên li Cizîrê didomin û banga: “Cizîrê dişewite, deng derxin” kir. Parlamenter Faysal Sariyildiz jî anî ziman ku sewqa birîndaran a nexweşxaneyan tê astengkirin û terkî mirinê tên kirin. -
Du şervanên YPG’ê li Hesekê spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG’ê yên li Mebrûka jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê spartin axê.