Polîs hewl didin bikevin Taxa Hasirli

Li navçeya Sûra Amedê polîsan Taxa Hasirli dorpêç kir û bi maşîneyên zirxî ketin kolanan. Piştî polîs ketin kolanê welatiyan bersiv da polîsan û şer derket.

Li navçeya Sûra Amedê polîsan Taxa Hasirli dorpêç kir û bi maşîneyên zirxî ketin kolanan. Piştî polîs ketin kolanê welatiyan bersiv da polîsan û şer derket.

Li navçeyên Rezan û Sûrê yên Amedê polîs bi maşîneyên zirxi daketin kolanê, di navbera polîs û welatiyan de pevçûn derket.

Li navçeya Sûrê ya Amedê polîs bi maşîneyên zirxî ketin kolana Taxa Hasırli û xwestin taxê dorpêç bikin. Piştî polîs daketin kolanê di navera polîs û welatiyan de pevçûn derket. Welatiyan li dora xendekan têl pêçan û destûr nedan ku polîs têkevin kolanê. Piştî welatiyan destûr nedan polîsan, di navbera polîs û welatiyan de şer derket. Polîsan bi guleyên rastî êrîşî welatiyan kir. Welatiyan jî bi bombeyên deng bersiv da polîsan. Li taxê dengê çekan bilind dibe.

Li Kolana Emekê ya Navçeya Rezan jî ciwan li hev kom bûn û li dijî êrîşên polîsan li ser kolanê barîkat danîn. Li Kolana Emekê rageşî didome.