YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya sê şervanên YPG’ê yên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ya li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: “Roj bi roj şoreşa Rojavayê Kurdistanê dengê xwe li tevahî cîhanê belav dike, ew jî bi saya têkoşîna ku li Rojava tê meşandin û bi saya ked û xwîna şehîdan yên ku gulên di bin keviran de mayî şênber dikin.
Her çiqas gotin bêne ziman wê pirtûk û pênûs têre neke ku mafê berxwedan û têkoşîna bê hempa bê dayîn.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re dixwazin.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dijwar Dilok
Nav: Çetîn Açikgoz
Navê dayikê: Gulyaz
Navê bav: Seyid
Cihê jidayikbûnê: Antab
Cih û dîroka şehadetê: 10.06.2015 Kobanê
Nasnav: Egîd Kaşura
Nav: Harun Olmez
Navê dayikê: Sabîhe
Navê bav: Hacî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Cih û dîroka şehadetê: 27.10.2014 Kobanê
Nasnav: Egîd Serhed
Nav: Yeşar Diril
Navê dayikê: Gulav
Navê bav: Muzafer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Cih û dîroka şehadetê: 3.10.2014 Kobanê