Li Cizîrê zarokek hat birîndarkirin
Li Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan berdewam dike û ji ber gulebarana sekvanên li Aşk Tepesî hatine bicihkirin zarokek birîndar bû.
Li Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan berdewam dike û ji ber gulebarana sekvanên li Aşk Tepesî hatine bicihkirin zarokek birîndar bû.
Li Cizîrê ku qedexiya derketina kolanan berdewam dike û ji ber gulebarana sekvanên li Aşk Tepesî hatine bicihkirin zarokek birîndar bû.
Li navçeya Cizîra Şirnexê ku Walîtiyê şevê din qedexeya derketina kolanan îlan kir, hîna berdewam dike û di nava saetên rojê de dengê çekan ji navçeyê dihat, ji ber gulebarana sekvanên li Aşk Tepesî hatine bicihkirin li Taxa Nûr zarokek ji lingê xwe birîndar bû.
Zarokê bi navê H.B. yê 15 salî yê li taxê bû hedefa sekvanan ji ber rewşa bê ewlehiyê nikarin bibin nexweşxaneyê ji aliyê welatiyan ve hat dermankirin. Ji ber rewşa bê ewlehiyê welatiyên birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê û ketina ambulansan jî ji aliyê polîsan ve tê astengkirin.
Li navçeyê leşker, polîs û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî rêyên diçin taxê girtine û gelek wesayîtên zirxî jî di nava navçeyê de digerin.
Hat ragihandin ku ji bo gel nebin hedefên sekvanan di kolanên taxê de branda danîne û brandayên hatine danîn jî rastîgulebarana polîsan tên. Li navçeyê ku di saetên êvarê de bêdengî hakim bû de ji ber êrîşên şevê din yên li ser taxên Nur, Sûr, Cûdî û Yafes berxwedan û nobeta gel didome.
Li aliyê din hat zanîn ku ji ber gulebarana polîsan 4 welatiyên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat diyarkirin ku 2 welatiyên birîndar bi ambulansê û yên din jî îmkanên xwe anîne nexweşxaneyê.
Navê welatiyên ku rakirine nexweşxaneyê wihane; B.Î. (16), Umran Asrak (18), Zînet Dîrîcan (30) û Meryem Îşcen (40)