NPG: Çalakiya li Dêrsimê dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide
NPG’ê têkildarî çalakiya li Dêrsimê got: “Ev çalakî, her çiqasî ji derveyî agahiya fermandariya me ya qadê hatibe kirin jî, bi ruh û cesareta hilgirtiye sekneke ku dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide.”
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 5 rezberê 2015, 16:13
Navenda Fermandariya Biryargeha NPG’ê ya têkildarî çalakiya Dêrsimê daxuyanî da got: “Ev çalakî, her çiqasî ji derveyî agahiya fermandariya me ya qadê hatibe kirin jî, bi ruh û cesareta hilgirtiye sekneke ku dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide.”
Navenda Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG)’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku 4’ê Îlonê 2 gerîlayan ji derveyî agahî û erêkirina Fermandariya Qada Dêrsimê li hember Qereqola Nafî Karabûlût a li navenda Dêrsimê çalakiyek pêk anîne. NPG’ê diyar kir ku li hember hovîtiya polîsên AKP’ya faşîst ên li çar aliyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk tînin, gerîlayên ev çalakî pêk anîn kulubeya polîsan a li ber qereqolê hedef girtine û got: “Di encama pevçûnên li vir derketine li gor daxuyaniya dewletê polîsek hatiye kuştin, 3 polîs jî birîndar bûne. Di pevçûnên dijwar de yek ji hevalê me ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe ya destan di xwe de teqandiye. Di vê çalakiyê û encama wê de hevalê me Rêzan Erzurum (Ridvan Îpek) gihiştiye şehadetê, hevalê me Brûsk Dêrsim (Baran Çetînkaya) bi giranî esîr ketiye destê dijmin.
Ev çalakî her çiqasî ji derveyî agahiya fermandariya me ya qadê hatibe kirin jî, bi ruh û cesareta hilgirtiye sekneke ku dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide. Em hevrê Rêzan Erzurum ê di vê çalakiyê de şehîd ketiye bi rêz bibîr tînin, em soz didin ku bîranîna wî bi serketina têkoşîna azadiya Kurdistan bidin jiyîn.
Piştî vê çalakiyê gelê me yê Dêrsimê li gerîlayên xwe xwedî derketine, tevî hemû êrîşên polîsên AKP’a faşîst û tehlûkeyên zêde jî mudaxeleyî bûyerê kirine. Piştî vê pevçûnê xwedîderketina gelê me yê Dêrsimê li zarokên xwe sekneke bi rûmet e. Ev helwesta gelê me ji serhildanên Gever, Cizîrê û Farqîn di serî de li yên her çar parçeyên Kurdistanê re silavek e.
Birêveberina têkoşîneke layiq a ji vê silava germ re û gelê Kurd gihandina azadiyê wezîfeya herî girîng a gerîlayê Kurdistanê ye. Em welatparêza me ya ciwan Ayten Gulhan a di encama van bûyeran de ji aliyê polîsên AKP’a faşîst ve hat qetilkirin bi rêz bibîr tînin, em ji malbata Gulhan û gelê Dêrsimê re sersaxiyê dixwazin. Em şifayê ji hevrêyê xwe Brûsk Dêrsim ê bi birîndarî êsîr ket û welatparêzên me yên Dêrsimê re dixwazin.