Polîsan li Sûrê jinek birîndar kirin

Li Taxa Hasirli ya Sûrê ya ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin, ji ber gulebarana tîmên taybet jinek birîndar bû.

Li navçeya Sûrê ya Amedê tîmên taybet bi wesayîtên zirxî taxên navçeyê dorpêç kiribûn û tax gulebaran kirin. Di encama gulebana li Taxa Hasirliyê jina bi navê Saliha Opçîn (39) birîndar bû. Opçîn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Piştî mudaxaleya destpêkê ji wir şandin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat ragihandin ku Opçîn astengdar e.

Hat zanîn ku dorpêça polîsan hê didome û welatî li ser banga DBP'ê li taxên Sûrê kom dibin.