Leşkerên Tirk li Wanê wesayîtek sivîl gulebaran kirin: 1 birîndar

Leşkerên Qereqola Jendermeyan a Akbulaka Bêgiriyê li maşîneyekê gule reşandin û ajokarê maşîneyê Denîz Gokay birîndar kirin.

Leşkerên Qereqola Jendermeyan a Akbulaka Bêgiriyê li maşîneyekê gule reşandin û ajokarê maşîneyê Denîz Gokay birîndar kirin.

Li Taxa Kibabikê ya navçeya Bêgirî ya Wanê, leşkerên ji Qereqola Jendermeyan a Akbulak a Bêgiriyê li maşîneyekê gule reşandin û ajokarê maşînê Denîz Gokay birîndar kirin. Bûyer di saetên şevê de pêk hat û Gokay ê bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgiriyê. Gokay, ji Bêgirê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê hat kirin.