Li Serelbakê çalakiya mertalên zindî destpê kir
Li navçeya Elbak a Wanê li herêma Serelbak a tevahiya 15 rojan wek “Herêma EwlekariyaTaybet” hat îlankirin, welatiyan kon vedan û dest bi çalakiya çalakiya mertalên zindî kirin.
Li navçeya Elbak a Wanê li herêma Serelbak a tevahiya 15 rojan wek “Herêma EwlekariyaTaybet” hat îlankirin, welatiyan kon vedan û dest bi çalakiya çalakiya mertalên zindî kirin.
Li navçeya Elbak a Wanê li herêma Serelbak a tevahiya 15 rojan wek “Herêma Ewlekariya Taybet” hat îlankirin, welatiyan kon vedan û dest bi çalakiya çalakiya mertalên zindî kirin.
Ji ber Walîtiya Wanê li herêma Serelbak a Elbak a Wanê ji bo 15 rojan wek “Herêma Ewlekariya Taybet” îlan kir, gel çû herêmê, kon veda û dest bi çalakiya nobeta mertalên zindî kir. Mertalên zindî yên di pêşengiya rêxistinên HDP û DBP’ê yên Elbakê de çûn herêmê kon vedan û pankarta, “Bi berxwedana demokratîk, ji bo jiyana bi rûmet û azad em ê şer bi we nedin kirin” daliqandin.
Hevserokê DBP’ê Senar Yeşîlirmak ê daxuyanî da bal kişand ku AKP dixwaze Kurdistanê vala bike û bi ti awayî wê xaka xwe terk nekin. Yeşîlirmak wiha dewam kir, "Li hember operasyon, koçberî û şer me jî îro li vir çalakiya mertalên zindî da destpêkirin. Li ku deverê Kurdistanê be bila bre ger li çiyayên operasyonên leşkerî destpê bikin, em ê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Em ji vir bang li hikûmeta AKP’ê dikin. Em ê ti deverê Kurdistanê terk nekin. Em ê ti carî welat û çiyayên xwe terk nekin.”