Hezexê ji bo Cizîrê meşa piştgiriyê li dar xist

Li Hezexê bi hezaran welatiyan bi meşekê piştgirî dan gelê Cizîrê ya hewldana qetlîamê lê didome û peyama wê destûrê nedin qetlîamên nû dan.

Li Hezexê bi hezaran welatiyan bi meşekê piştgirî dan gelê Cizîrê ya hewldana qetlîamê lê didome û peyama wê destûrê nedin qetlîamên nû dan.

Li Hezexa Şirnexê bi hezaran welatiyên ku li Taxa Turgut Ozal hatin cem hev hewldana qetlîamê ya li Cizîrê ku ji duh ve ye qedexeya derketina kolanan didome şermezar kirin. Welatî bi dirûşma, "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye" dest bi meşê kirin ji rêya hawirdorê ber bi Cizîrê ve meşiyan. Rêxistinên DBP û HDP'ê, hevşaredar û nûnerên saziyan jî beşdarî meşê bûn. Meşa welatiyan bi barîqata ku tîmên taybet û polîsan ve hate astengkirin. Piştî ku nîqaşa vê derê hate kirin daxuyanî hate dayîn.

Hevserokê HDP'ê yê Hezexê Ramazan Vesek axivî û got ku wê gelê Cizîrê yê bi qetlîamê re rû bi rû ye tenê nehêlin û destûrê nedin qetlîamên nû.

Bi hezaran welatiyan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û rêya Cizîr û Mêrdînê ji trafîkê re girtin. Çalakî bi dirûşma, "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye" didome.