HDP: Pêwîst e hilbijêrên me heta 10’ê Îlonê adresên xwe kontrol bikin
HDP’ê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bang li hilbijêran kir ku heta 10’ê Îlonê ji bo guhertina adresan kontrolên pêwîst bikin.
HDP’ê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bang li hilbijêran kir ku heta 10’ê Îlonê ji bo guhertina adresan kontrolên pêwîst bikin.
Lîsteyên hilbijêran yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê 2’yê Îlonê hatin daliqandin. Ji bo rojanekirina lîsteyên hilbijêran heta 10’ê Îlonê roja Pêncşemê saet 17.00’an wext heye.
Hilbijêr bi fatûreyên elektrîk, av, telefon, gaza hewayî yan jî peymana abonetiyê û bi peymana kirê ya ji aliyê noterê ve hatiye erêkirin dikarin serî li Midûriyeta Nifûsê bidin. Forma adresê dagirin, kopiyeke vê formayê radestî Desteya Serokatiya Hilbijartinê bikin.
Xwendekarên li bajarên cuda dixwînin jî dikarin bi belgeyeke ku ji dibistan an jî midûriyeta yurdê bigirin dikarin serî li Midûriyeta Nifûsê bidin da ku karibin dengên xwe bi kar bînin.
Hilbijêrên li derveyî welêt ji dikarin ji adresa www.ysk.gov.tr bişopînin ka dikarin dengê xwe bi kar bînin an na. Kesên navên wan di lîsteyan hilbijêran de nîne dikarin serî li nûnertiyeke derve ya herî nêzî xwe bidin û forma adresê tijî bikin.
HDP: DİVÊ HER KES HIŞYAR BE Û DERDORA XWE AGAHDAR BIKE
HDP’ê bang li hilbêjêran kir ku ji bo guhertina adresan lîsteyên hilbijêran kontrol bikin ger di adresan de pirsgirêk hebe bê ku dem winda bikin serî li midûriyetên nifûsan û muxtariyetan bidin û adresên xwe rast bikin. HDP’ê ji bo îradeya di 7’ê Heziranê de tine hatiye hesibandin careke din derkeve holê bang li her kesî kir ku di vê mijarê de hişyar bin û derdora xwe agahdar bikin.