KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HDP’yiyan taziyeya Fatma Ay ziyaret kirin
Parlamenterên HDP’ê, rêveberiyên HDP, DBP û MEYA-DER’ê li Silopiyayê çûn sersaxiya malbata Fatma Ay a ji aliyê sekvanên Tirk ve hatibû qetilkirin. -
KCD’ê li hember şer banga piştevaniya bi gelê Kurd re kir
KCD'ê bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da, li hember polîtîkaya şer a AKP’ê banga têkoşîna hevpar kir. -
Ji gerîlayan çalakiyên bi bandor
Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayan dewam didomin. Di çalakiyên li Colemêrg, Şirnex, Bedlîs, Çewlik, Dêrsim, Wan, Sêrt, Riha û Amedê de gelek leşker hatin kuştin û balafireke keşfê hat xistin. -
Ji ciwanên li Taxa Yavûzselîm a Ebex xweparastin
Leşkerên Tirk duh êvarî xwestin bi panzeran bikevin Taxa Yavûzselîm a navçeya Ebexê. Ciwanên li taxê xwe parastin jî nehiştin panzer bikeve taxê. -
Bomberdûman û tevgera hewayî didome
Tevgera hewayî û bomberdûmana artêşa Tirk a li hember herêmên gerîlayan bê navber didome. -
Gerîlayan balafireke keşfê xistin
Balafireke keşfê ya artêşa Tirk a li ser qereqola Garê ya Şemzînan a Colemêrgê digeriya ji aliyê gerîlayan va hat xistin. -
TEV-DEM’ê banga pêşxistina têkoşîna aştiyê kir
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê hene kir ku ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin. -
Êrîşên çeteyan hatin têkbirin
YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî bajarokên Eyn Îsa û Holê bikin û di encama bersivdayîna hêzên YPG'ê de, çete ji herêmê reviyane. -
Li Hesekê ewra tozê jiyan bandor kir
Ewra tozê ya danê nîvro di carekê de derket holê, jiyana li bajêr bi awayekî neyênî bandor kir. -
Ciwan ji bo azadiya Ocalan dimeşin
Meşa dirêj a bi şiyara "Xwedî derkeve", bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, îro li bajarê Elmanya Wûppertalê bi coşeke mezin destpê kir. -
Koma ji Hambûrgê Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' dimeşîne
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber Konseya Ewropayê tê meşandin dewam dike. Çalakî di hefteya 167. de ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Elmanya Hambûrgê ve tê meşandin. -
Abdulkadîr Seîd: Erdogan û AKP bi zorê şer li ser Kurdan ferz dikin
Nivîskar-rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Abdulkadîr Seîd diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dewleta Tirk li gelek eniyan êrîşî Kurdan kir û got, "Erdogan û AKP bi zorê şer li ser Kurdan ferz dikin." -
Gerîlayê HPG’ê Gunduz ji aliyê hezaran ve hat defnkirin
Gerîlayê HPG’ê M. Şefak Gunduz ê di pevçûneke li çoltera Licê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Sekvan li Geverê hatin bicihkirin
Navçeya Geverê ku bi rojan e di bin hedef û êrîşa tîmên taybet û polîsan de ye, niha jî sekvan li kolanan bi cih bûn û kemîn danîn. -
Li Nisêbîn û Amedê 5 kes hatin girtin
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Li Amedê jî 3 rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gasyak ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Star Fatma Gasyak a li herêma Besta jiyana xwe ji dest da, li ser milên jinan hat oxirkirin. -
Hevşaredara Nisêbînê Kaya dîsa hat binçavkirin
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya di roja 28’ê Tebaxê de hat binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan. Li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hat binçavkirin. -
Polîsên bi ser Şaredariya Cizîrê de girtin xwestin Îmret binçav bikin
Li Cizîrê polîsan piştî êrîşa li hemberî Qeymeqamtiyê hatîkirin bi ser şaredariyê de girtin û xwestin Hevşaredar Leyla Îmret binçav bikin. -
Gerîlayê HPG’ê Acû spartin axê
Cenazeyê Kadîr Acu yê HPG'î yê li Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li axa ji dayik bûye bi merasîmeke girseyî hate definkirin. -
Artêşa Tirk li Geliyê Tiyarê operasyon da destpêkirin
Artêşa Tirk li Geliyê Tiyarê operasyon da destpêkirin. -
Êrîşên li hember Geverê, li hember hemû gelên Tirkiyeyê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Geverê axivî û diyar kir ku gelê Geverê bi rojan e ji bo hemû gelên Tirkiyeyê li ber xwe dide. -
Ji bo 1’ê Îlonê banga tevlîbûnê
Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê sibe li Amedê bê dayîn, banga tevlîbûnê hat kirin. Li Bismilê jî jin bi wesîleya 1’ê Îlonê derketin qadan. -
Nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li derdora girê Dogan ê herêma Bestayê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
YPG’ê nasnameya 8 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Aydin ê polîsan qetil kir ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Faruk Aydin ê HPG'î yê li Silopiyayê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin tevî astengiyên Walîtiya Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.