Abdulkadîr Seîd: Erdogan û AKP bi zorê şer li ser Kurdan ferz dikin
Nivîskar-rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Abdulkadîr Seîd diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dewleta Tirk li gelek eniyan êrîşî Kurdan kir û got, "Erdogan û AKP bi zorê şer li ser Kurdan ferz dikin."
HALÎT ERMÎŞ
SILÊMANIYE / ANF
sêşem, 1 rezberê 2015, 07:02
Nivîskar-rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Abdulkadîr Seîd diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dewleta Tirk li gelek eniyan êrîşî Kurdan kir û got, "Erdogan û AKP bi zorê şer li ser Kurdan ferz dikin."
Seîd di hevpeyvîna xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo hemû Kurdan û hêzên demokrasiyê serketineke mezin bû û got, "Her çend vê serketinê sîstema serdest hejand jî, bi temamî têk nebir. Xist nava krîzê. Dema ket nava krîzê jî li dijî Kurdand est bi şer kir. Lê belê destketiyên siyasî yên Kurdan bi ti êrîşê tine nabin. Beriya her tiştî divê ev were dîtin."
YÊ BI VÎ ŞERÎ BIQEDE WÊ AKP BE
Seîd bibîr xist ku Kurdan gelek caran aşkera kir, ku eger rêyên demokratîk werin vekirin ew ê çekê ji navberê derxînin û ev xal destnîşan kir: "Kurd vê yekê timî dibêjin. Ji ber ku êdî çek zerarê dide. Dibêjin ku ji bo bidestxistina azadiyan, divê çek ne rêbazek be. Lê belê AKP, piştî têkçûna hilbijartinê şer da destpêkirin. Şer herî zêde zerarê dide Kurdan. AKP dixwaze di şer de israr bike û şer kûr bike. Lê belê ev şer wê herî zêde AKP'ê biqedîne."
Nivîskar Seîd diyar kir ku Kurd dixwazin têkoşîna xwe ji aliyê siyasî, nêrînî û îdeolojîk ve bimeşînin û got, "Li gorî min ya divê were kirin jî ev e. Hêza zorê ya Kurdan jî heye. Lê belê Kurd naxwazin vê yekê weke tercîhekê bi kar bînin."
PKK TEVGEREKE ÎNSANÎ YE, NAXWAZE MIROV ZERARÊ BIBÎNE
Nivîskar-rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Abdulkadîr Seîd destnîşan kir ku PKK tevgereke însanî ye, lewma naxwaze mirov zerarê bibîne û got, "Bala xwe bidinê, bi hezaran, bi deh hezaran ciwanên Kurd ên li dijî sîstemê derdikevin, li şûna biçin cihekî weke Ewropa yê karibe lê bi rehetî bijîn, derdikevin serê çiyê û tevlî refên PKK'ê dibin. Di nava PKK'ê de li azadiyê digerin. Ev tiştekî gelekî bi wate ye. Ji ber vê yekê divê mirov pêşî li AKP'ê bigirin ku şer li ser Kurdan ferz dike. Ji bo ciwanên Kurd, ji bo polîs û leşker di vî şerî de nemirin, divê li dijî şer têkoşîn were meşandin. Ji xwe Kurd dixwazin vê bikin. Lê belê bi vê êrîşkarî û şerê li ser me tê ferzkirin re zarokên me tên qetilkirin. Ya ku Kurd dikin parastina rewa ya herî însanî ye. Mafên herî bingehîn ên mirovî jî nayên qebûlkirin. Ya ku berê Kurdan dide çekê, dewleta Tirk e."
SEKINANDINA ŞER HERÎ ZÊDE BERPIRYARIYA REWŞENBÎRÊN TIRK E
Seîd bal kişand ser wezîfe û berpirsyariya dikeve ser milê rewşênbîrên Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: "Wezîfeya bingehîn û sereke ya hemûyan sekinandina vî şerî ye, di vê oxirê de meşandina têkoşîna piralî ye. Herî zêde rewşenbîrên Tirk berpirsyar in. Ji ber ku dewleta wan bi armanca qirkirinê vî şerî li ser gelekî ferz dike. Dest diavêje mafên herî însanî. Lewma, rewşenbîr, nivîskar, hunermend kî dibe bila bibe, divê li dijî vî şerî derkevin. Ev yek ne tenê wezîfeyeke rojane ye, di heman demê de wezîfeyeke wan a dîrokî ye."
DIVÊ HER KES XWEDÎ LI XWERÊVEBERIYAN DERKEVIN
Seîd li dijî êrîşên dewleta Tirk bal kişand ser xwerêveberiyên ji aliyê gelê Kurd ve hatine ragihandin û got, "Xwerêveberî mafê herî bingehîn ê kesan, koman û civakan e. Her rewşenbîr bi vê dizane. Lewma divê her kes xwedî li vê derkeve. Bê guman divê rewşenbîrên Kurd bi taybetî bi berpirsyarî rabin. Ji bo azadiya vê civakê bi têrkerî qurban hat dayîn. Kurdan têkoşîna divê bi çekdarî were dayîn meşand, berdêlên pêwîst da. Lewma xwedî li vîna xwe, mafên xwe yên xwezayî derdikevin û dixwazin ev bên naskirin."
HDP WÊ DENGÊN XWE BI 4-5 PÛANAN ZÊDETIR BIKE
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê jî Seîd ev nirxandin kir: "Ez bawerim Kurd wê bi xurtî ji van hilbijartinan derkeve. Ne tenê Kurd, hêzên demokrasiyê jî wê di van hilbijartinan de serketineke mezin bi dest bixin. Bi dîtina min HDP wê di vê hilbijartinê de rêjeya dengên xwe 4-5 pûanan zêdetir bike. AKP'ê di hilbijartina bihurî de serî li dek û dolaban da, lê têra wê nekir. Di van hilbijartinan de jî pêkane hîleyên mezin bike. Lê tevî vê jî, Kurd û hêzên demokrasiyê bi îmtihaneke mezin re rû bi rû ne. Bi taybetî divê bersiveke mezin di vê hilbijartinê de ji şerxwazan re bê dayîn. Divê di sindoqan de bê nîşan dan bê kî şer ferz dike. Girîng e rûyê milîtarîst ê AKP'ê di van hilbijartinan de were teşhîkirin. Eger mirov dixwazin dawî li meşa ber bi pêşerojeke ne diyar ve bîne, divê ji AKP'ê re bêjin 'êdî bes e'. Ji ber ku ev şer ne tenê zerarê dide Kurdan, dide tevahiya civaka Tirkiyeyê."
DÎWARÊ PARASTINÊ YÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, QENDÎL E
Seîd ji bo têkiliya navbea gel û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi Bakurê Kurdistanê re û got, "Ev têkilî êdî bêhtir xurt û hêja ye. Lê dijmin vê yekê naxwaze. Parastina têkoşîna Bakurê Kurdistanê di heman demê de parastina têkoşîna li Başûrê Kurdistanê ye. Ev rastiyeke. Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê çiqasî xurt be, Başûrê Kurdistanê jî wê ewçend xurt be. Eger ew der winda bike, wê Hewlêr, Silêmaniye, Duhok jî winda bike. Dîrok bi dersên vê dagirtî ye.
Sempatî, hezkirina gelê Başûrê Kurdistanê ji bo PKK'ê gelekî mezin e. Gelekî ji PKK'ê piştrast in. Dîwarê parastina Başûrê Kurdistanê Qendîl e. PKKK hêza mezin a parastina Kurdan e. Rast e li Başûr jî hêzek heye, li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş e. Lê belê PKK hem ji aliyê leşkerî, hem ji aliyê parastinê hem jî ji aliyê demokrasiyê ve hêzeke mezin e. Her kes vê dibîne. Haya civak û rewşênbîrên Başûrê Kurdistanê jî ji vê heye."