Gerîlayê HPG’ê Acû spartin axê
Cenazeyê Kadîr Acu yê HPG'î yê li Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li axa ji dayik bûye bi merasîmeke girseyî hate definkirin.

Cenazeyê Kadîr Acu (Kerîm Şirnex) yê HPG'î yê li herêma Bestayê ya Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li axa ji dayik bûye bi merasîmeke girseyî hate definkirin. Cenazeyê Acu tevî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê otopsî hatibû kirin jî 2 rojan hate rawestandin piştî ku ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin bi konvoyeke anîn gund. Cenaze li gund ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn anîn goristana gund.
Bi sirûda "Ey Reqîb" rêz hate girtin û piştre rêveberê MEYADER'ê yê Şirnexê Mele Halît Gungen axivî. Gungen anî ziman ku cerdevan ev 30 sal in bi dewletê re mil bi mil in û birayên xwe qetil dikin. Gungen bang li cerdevanan kir û got bila dest ji çekên xwe berdin û li cem birayên xwe cih bigirin.
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu jî got ku gelê Kurd ev sed sal in têkoşîna azadiyê dide û wê bide jî, ev gelê ku xwedî li ciwan, tevger û rêberê xwe derdikeve wê dîsa li ber xwe bide.
Apê Acu, Hasan Acu jî banga rawestandina şer kir û wiha got: "Beriya deh rojan dema ku efserek mir birayê wî gotina "Eliyê min" bi kar anî, wê demê dilê dayikên Kurd jî şewitî û em ji bo wî jî giriyan. Em ji wan baştir difikirin û bangawaziyê dikin, ciwanên Kurd, Tirk leşker û yê ku niha em didin axê jî canê me ne. Êdî bila ev şer raweste."
Piştî axaftinan cenazeyê Acu bi dirûşman hate definkirin.