Gerîlayê HPG’ê Gunduz ji aliyê hezaran ve hat defnkirin

Gerîlayê HPG’ê M. Şefak Gunduz ê di pevçûneke li çoltera Licê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê M. Şefak Gunduz ê di pevçûneke li çoltera Licê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê M. Şefak Gunduz (Ronî Serhat) ê di pevçûneke li çoltera Licê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gunduz piştî otopsiya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di ketina Êlihê de ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan hat pêşwazîkirin. Li taxên li ser guzergahê jî bi nîşaneyên serketinê û tilîliyan hat silavkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gunduz anîn Goristana Mezder û merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de tevî parlamenterên Êlihê yên HDP’ê û nûnerên saziyan bi hezaran kes amade bûn. Girseya cenazeyê Gunduz hilgirt, bi dirûşmên, "Hevrê Ronî nemire", "Qatil Erdogan" û  "Reya şehîd rêya me, PKK partiya me" anîn mizgefta goristanê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Gunduz bi dûayan spartin axê.

Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê MEYA-DER ê Êlihê Şukru Baytar diyar kir ku her şehadet ji bo gelê Kurd felsefeyeke.

Abdullah Gunduz ê bavê gerîlayê HPG’ê Gunduz, kesên tevlî merasîmê bûne spas kir û got: “Pêwîst e gelê Kurd têkoşîna gerîla mezin bike.”

Dayika 50 salî ya bi navê Zehra Can a dixwest tevlî merasîma cenaze bibe bi hinceta posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destê wê de ye li ser Cadeya Amedê polîsan ew ji otobusê daxistin û binçav kirin. Can piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Êlihê serbest hat berdan.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Gunduz li Mala Gel a Mehmet Sîncar taziye hat danîn.