KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayê HPG’ê Guneşsû ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Parlamenterê HDP'ê M. Emîn Adiyaman ê di merasîma cenazeyê Tuncer Guneşsu (Devrîm Dîgor) ê HPG'î de axivî got ku heke Erdogan bibe Nemrut gelê Kurd jî wê sekna xwe ya Îbrahîmî bidomîne. -
Jinên Suryanî yekemîn tabûra leşkerî ava kirin
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî avakirina hêzên parastina jinên Suryanî bi navê “Jinên Beytnahrîn” îlan kir. -
Nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Gerîlayan li gelek navendan çalakî pêk anîn
Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Bakurê Kurdistanê didomin. Gerîlayên YJA Starê çalakiyek li hemberî wesayîta leşkerî ya ber bi navenda Şemzînan ve diçû li dar xistin. -
Ji gerîlayan li Nazmiye çalakiyeke berfireh: 16 polîs hatin kuştin
Gerîlayan li Nazmiye li hember Midûriyeta Polîsan, Qeymeqamtî, Avahiya Hikûmetê, Lojmanên Polîsan, Tabûra Komando ya Navçeyê û îstasyoneke bazê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de 16 polîs hatin kuştin. -
Li Agirî û Riha 10 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Bazîd a Agiriyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin binçav kirin. Li Rihayê jî 4 ciwan hatin binçavkirin. -
Kontrolên rê yên gerîlayan zêde dibin
Li hemberî êrîşên bi armanca tinekirinê yên dewleta Tirk ji 24’ê Tîrmehê ve, di çarçoveya pêngava berxwedanê ya gerîlayên HPG û YJA Star dan destpêkirin, li gelek rêyên Kurdistanê kontrola gerîlayan didome. -
Li herêmên gerîla tevgera hewayî
Tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. -
Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
Di bersiva hêzên YPG'ê ya li dijî êrîşa çeteyên El Nûsra ya bi hawanan a li hemberî gundên Dêwa û Derbelût ên Cindîresê de, emîrekî çeteyan ê bi navê Ehmed El Hayik û 2 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Bor hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gelî) ya li Şirnexê di bomberdûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li warê wê Geverê hat veşartin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozdenk hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolga Ozdenk (Firat) bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP’ê didomin
Li Wan, Şirnex û navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi derbkirinê hatin binçavkirin. -
Li dijî tecrîd û komkujiyan meşa dirêj
Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li hemberî gelê Kurd, meşeke dirêj lidar dixin. -
Li Başûrê Kurdistanê ji çar partiyan boykot
Bi armanca çareserkirina pirsgirêka serokatiya rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê îro li Hewlêrê civîn tê lidarxistin. 4 partiyan ragihandin ku ew ê tevlî civînê nebin. -
Gerîlayên HPG'ê li Rochefortê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Rochefortê, ji bo şervanên azadiyê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Swêdê çalakî hat lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebroyê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli navenda bajêr belavok belav kirin û xwestin Ocalan bê berdan. -
Ciwanan li Hannoverê tecrîd şermezar kirin
Li Hannoverê, bi pêşengiya Ciwanen Azad li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP'ê, meşek hat lidarxistin. -
Li 12 bajarên Swîsre bi awayekî hemwext tecrîd hat protestokirin
Li 12 bajarên Swîsre di çalakiyên hemwext de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bal hat defnkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gultekîn Bal (Raman Soro) ê 27’ê Tebaxê li çoltera Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kanîkê yê girêdayî Êlihê ber bi rêwîiya dawî ve hat oxirkirin. -
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek hate girtin
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek hate girtin -
Li hember herêma çalakiya mertalên zindî êrîş
Sêgoşeya Licê, Henê û Karazê ku çalakiya mertalên zindî didome ji aliyê leşkeran ve hate topbarankirin. -
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Ongun û Tutuk hatin defnkirin
Li Silopiya cenazeyên gerîlayên HPG’ê Mûsa Ongun (Kamûran Cûdî) û Gabar Tutuk (Botan Cûdî) yên 26'ê Tebaxê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin. -
50 hezar kesî Babat ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kir
Cenazeyê Yakup Babat ê li Geverê di êrîşa polîsan li dijî gelê ku nobeta xweparastinê digirt pêk hat de hate qetilkirin ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hate definkirin. -
Li Dîlokê 13 binçavî
Li Dîlokê ji 13 kesên ku hatibûn binçavkirin 11 kes hatin girtin. -
Tûran ê polîsan qetil kir ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Mazlum Tûran (16) ê li Qoserê bi îdîaya li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin hate definkirin.