Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP’ê didomin
Li Wan, Şirnex û navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Li Wan, Şirnex û navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Li Wan, Şirnex û navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Li Şirnexê tîmên taybet serê sibehê bi wesayîtên zirxî ve hatin Taxa Vakifkent û bi ser maleke de girtin. Di serdegirtinê de polîsan jin û zarokên li malê bi kuştinê tehdîd kirin û Mehmet Bîlîr (65) û kurên wî Lokman (32), Alî (25) û Mustafa (30) bi derbkirinê binçav kirin.
Di serdegirtinê ji ber xwîna li malê tê fêmkirin ku polîsan kesên li malê xistine, kesên li malê diyar kirin ku polîsan ew li erdê dirêj kirine û ew bi kuştinê tehdîd kirine. Hevsera Mustafa Bîlîr, Sabriye Bîlîr tiştên ku qewimîn wiha anî ziman: "Hevserê min û xezûrê min avêtin erdê û kelepçe xistin destên wan, îşkence bi wan kirin. Ev xwîna ku li erdê û li ber derî hemû xwîna hevser û xwezûrê min in. Berê çekan dan min û zarokan gotina heke hûn bilivin em ê we hemûyan bikujin bi kar anîn."
Hevsera Alî Bîlîr, Hazal Bîlîr jî diyar kir ku tîmên taybet derî şikandine û ketine malê û wiha axivî: "Çawa ketin hundir berê çekan dan min û zarokan. Gotin heke hûn bilivin em ê we bikujin. Piştre jî kelepçe xistin destê hevser û xwezûrê min, li serî û pişta wan xistin. Bi îşkenceyê bêvilê hevserê min şikandin. Me xistin stûyê hevserê min û li diwar xistin. Gotni li malê çek dîtine lê çekên me tuneye. Zarokên me bi komkirina dar debara xwe dikin, ma çawa çekên wa hebe? Wan danîn mala me gotin ya we ye. Xwîna hevserê min bijiqî ser zaroka min."
Bav û 3 kurên wî yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
LI GEVERÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 kesên ku rêveberên DBP'ê û endamê meclîsê yên ji bo merasîma cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gelî) bangawazî kirin hatin binçavkirin. Rêveberên DBP'ê Yilmaz Gunelî, Sabahattîn kaplan û endamên meclîsa şeradariyê Aydin Oyman û Kemal Kina yên li nêzî Fermandariya Tugayê ya Navçeyê wesayîta wan hate rawestandin ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin. 4 kesên ku bi wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin ji wesayîtê hatin derxistin û ew li erdê dirêj kirin. Piştre destên wan li pişt wan hatin kelepçekirin û bi derbkirinê hatin binçavkirin. Polîsan wesayîta anonsê jî desteser kirin.
Li navçeya Şemzînanê 4 xebatkarên Meclîsa Jinan a DBP'ê û encumenekî DBP'î hatin binçavkirin.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di wesayîta hate rawestandin de encumenê Şaredariya Şemzînanê A.Kerîm Yilmaz, xebatkarên Meclîsa Jinan a DBP'ê Gulîstan Seçkîn, Nurcan Başak û Fatma Uyan hatin biçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn, 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê.
LI WAN 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Taxa Xaçortê ya Îpekyolu, di encama serdegirtina malê de tîmên taybet Mahmut Şeker û Serkan Abî binçav kirin.
Li Taxa Xaçortê ya navçeye Îpekyolu ya Wanê serê sibehê polîsan bi wesayîtên zirxî ve bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinê de polîsan Mahmut Şeker û Serkan Abî bin çav kir. Abî û Şeker ên bi îdîaya "endamên rêxistinê" ne hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.