KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Silopiyayê du cenazeyên nasnameya wan nediyar hatin dîtin
Li gundê Nervan ê Silopiyayê cenazeyê 2 kesan hate dîtin. -
Sariyildiz: Li Cizîrê 4 kesan jiyana xwe ji dest da, hejmara birîndaran ne zelal e
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê têkildarî rewşa li Cizîrê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku gel ji bo leşker û polîs nekevin taxan xweparastinê dikin. -
Birîndarên li Geverê ji ber xwînê winda dikin jiyana xwe ji dest didin
Li navçeya Gever a Colemêrgê terora dewletê didome. -
Li Geverê rewşa dawî
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li hember qedexeya derketina derve, êrîşên polîs û leşkeran gel xweparastinê dike. -
Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê li hemberî komkujiyan banga berxwedanê kir
Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê diyar kir ku polîtîkayên komkujiyê bi zanebûn tên pêşxistin û li hember komkujiyan banga berxwedanê li gelê Botanê kir. -
Li Licê agahî ji mertalên zindî nayê girtin
Li sêgoşeya Karaz-Henê-Licê ya li dijî operasyonan mertalên zindî çalakî dane destpêkirin hate ragihandin ku di navbera leşker û gerîlayên HPG'ê de pevçûn derketiye û ji mertalên zindî agahî nayê girtin. -
Îmret: Polîs û leşkeran li Cizîrê 2 jê zarok 5 kes qetil kirin
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku li navçeyê 2 jê zarok 5 kes hatine qetilkirin û welatiyên ku derdikevin derve ji aliyê sekvanan ve tên qetilkirin. -
Polîsan li Wanê êrîş bir ser welatiyên dixwestin daxuyaniyê bidin
Li Wanê polîsan êrîş bir ser daxuyaniya ji bo şermezarkirina êrîşa polîsan a bi pêşengiya HDP û DBP'ê ve li taxa Karşiyakayê dê bihata lidarxistin. -
Rêveberê DBP’ê yê navçeya Xîzanê Şîmşek hat girtin
Rêveberê DBP’ê yê navçeya Xîzanê Adnan Şîmşek bi sûcdariya, “Xerakina yekparebûna welat” hat girtin û şandin girtîgehê. -
Di encama gulebarana polîs û leşkeran de hejmara miriyan bû 3
Li Cizîrê di pevçûnên ku didomin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 3'yan. Welatiyê bi navê Eyup Ergenê hate hinbûn xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. -
Binçavkirina Îpek li Amedê hate protestokirin
Rêxistina Bajêr a DBP'ê ya Amedê binçavkirina Hevseroka Bajêr a DBP'ê Hafîze Îpek protesto kir û da zanîn ku gelê Kurd ji ber zaliman paş ve gav navêje. -
Ji gerîlayên YJA Star ji bo bîranîna Elturk çalakî
Gerîlayên YJA Star, li navçeya Gêxî ya Çewlikê ji bo bîranîna gerîlaya YJA Star Kevser Elturk li hember leşkerên ku ewlekariya bendavên digirtin çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ji du baskan pêk hat herî kêm 15 leşker hatin kuştin. -
Êrîşên bi obus, tank û hewanan didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hewan û tankan ên li hemberî herêmên gerîla û keşf didomin -
Kontra li Kurdistanê wesayîtên sivîlan dişewitînin
Yekîneyên kontra yên ji polîsên tîmên taybet pêk tên li Kurdistanê wesayîtên sivîl dişewitînin. -
Gelo Heftanîn ji bo operasyona li derveyî sînor weke herêma pîlot hatiye destnîşankirin?
Li dû êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, AKP li dû êrîşa li derveyî sînor û provokasyonan e. -
NPG: Divê Cerdevan neyên lîstika dewleta Tirk
NPG diyar kir ku AKP dixwaze careke din cerdevanan mîna leşkerekî di şer de bi kar bîne û di navbera Kurdan de rê li ber şer veke. NPG'ê bang li hemû cerdevanên welatparêz kir, ku neyên lîstika dewleta AKP'ê û bi welatparêzî tevbigerin. -
Zeydan: Ev der Gever e
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan got, "Ev der ne Şerîa Rojava yan jî Gazze ye, ev der Gever e" û wêneyên ji êrîşên dewleta Tirk weşand. -
KJA: AKP, di polîtîkayên şer de zîhniyeta xwe ya tecawizkar nîşan dide
KJA, li hember îşkenceya cinsî ya polîsan li Edeneyê li Fîgen Şahîn kirin nerazîbûn nîşan da. -
Li Geverê êrîş jî berxwedan jî didome
Li Geverê terora dewleta didome. Welatî ji bo bibin mertalên zindî ku diçin herêma balafirgehê, berxwedana gel didome. -
KCK: Pêwîst e meydan ji hêzên dagirker re neyê hiştin-HAT NÛKIRIN
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Di serî de gelê me yê Geverê li her cihê xwerêveberî hatiye îlankirin pêwîst e gelê me teqez derkeve kolanan, guh nede qedexeya derketina kolanan, nekevin malên xwe kolan û meydanan ji hêzên dagirker re nehêlin. -
Hejmara mirovên li Geverê jiyana xwe ji dest dan bû 4
Li Geverê hejmara welatiyên ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi maşînê zirxî de jiyana xwe ji dest dan, derket 4'an. -
PDK ji bo gundan bide valakirina zextê dike
PDK zextê li gelê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijîn dike, ku herêmê biterikînin. -
Li Qendîlê tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên Tirk li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. -
Ji Geverê agahiyên zelal nayên wergirtin
Ji taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên Geverê, ku rastî êrîşa polîs û leşkerên Tirk a bi çekên giran hat û derketina derve qedexe ye, agahiyên zelal bi dest nakevin. Xetên înternet û telefonê yên her sê taxan qut bûne. -
Dîmenên çalakiya sabotajê ya li Bazîdê
Dîmenên çalakiya roja 24'ê Tîrmehê ya li hemberî lûleya gaza xwezayî ya li Bazîdê hatin weşandin.