KURDISTAN
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Li Geverê pevçûn
Polîsan xwestin ku bikevin taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên Geverê xweparastina xwe dikin û pevçûn derketin.
-
-
-
MŞD’ê darvekirina Bêhrûz Alxanî şermezar kir
Meclîsa Şengal a Dîaspora darvekirina girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî bi tundî şermezar kir û got: “Bangek girîng ji bo gelê Kurd ê li her deverê dijîn dikin. Bêdengî ji darvekirinên nû re zeminê amade dike. Divê dengekî hevgirtî bê bilindkirin."
-
Ji Hevşaredarê Dihê re cezayê hepsa malê
Li Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç ê ku li ser facebookê nivîsa "Em jî wekî Dihê rêveberiya xwe ya cewherî îlan dikin" parve kir hate binçavkirin, cezaya hepsa malê hate birîn.
-
-
Gerîlayê HPG’ê Rehîm Hacîzade li Qereyazî spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Rehîm Hacizade (Helo) ê 16'ê Tebaxê li herêma Karakale ya navçeya Qaqizmanê ya Qersê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi tevlîbûna hezeran kesan hat definkirin.
-
-
Êrîşên li hember herêmên gerîlayan didomin
Artêşa Tirk ku 25’ê Tebaxê li hember Herêmên Parastinê yên Medya êrîşên hewayî da destpêkirin, ji qereqolên sînor jî li hember gelek herêman bi obus û hewanan bombardûman pêk hat.
-
-
Li Şengalê çalakiya sûîqestê
Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di encama sûîqesteke li Şengalê de çeteyek hatiye kuştin û wesayîtek jî hatiye rûxandin.
-
HPG'ê bîlançoya mehekê aşkera kir
HPG'ê bîlançoya şerê mehekê aşkera kir. HPG'ê diyar kir ku di 391 çalakî û şerê qewimîn de 394 leşker, 16 polîs û 61 tîmên taybet hatine kuştin. Di vî şerî de 42 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
-
-
YPG: Em, çapemeniya Tirk a derewîn şermezar dikin
YPG'ê diyar kir ku îdîayên çapemeniya Tirk ên dibêjin 'Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) di êrîşa hewayî ya li hemberî Qendîlê de jiyana xwe ji dest daye û ajanê Elman e' derew in û ev îdîayên derew şermezar kir.
-
-
-
Aydogan banga xwedîderketina li xwerêveberiyan kir
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan diyar kir ku gelê Farqînê wê ji ya xwe venegere û ji AKP'ê xwest, dawî li êrîşan bîne. Aydogan banga xwedîderketina li xwerêveberiyan li gel kir û got, divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.
-
-
-
Faşîstan êrîşî Kobaniyên li Ereglî kirin
Zêdeyî 3 hezar Kobaniyên piştî êrîşa çeteyan a 15'ê Îlonê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û dûre li kampa karkerên demsalî ya li bajarokê Edene Tûzlayê bi cih bûn, bi êrîşên faşîstan re rû bi rû ne.
-