HPG'ê bîlançoya mehekê aşkera kir

HPG'ê bîlançoya şerê mehekê aşkera kir. HPG'ê diyar kir ku di 391 çalakî û şerê qewimîn de 394 leşker, 16 polîs û 61 tîmên taybet hatine kuştin. Di vî şerî de 42 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya şerê di 24'ê Tîrmehê de destpê kir, bi raya giştî re parve kir.

HPG'ê da xuyakirin ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên nekarî xwe li serketin û destketiyên gelê Bakurê Kurdistanê yên hilbijartinên 7'ê Hezîranê rabigirin, bi sekinandina pêvajoya muzakereyê ya ku wê aştiya civakî biafiranda re, li dijî gelê Kurdistanê û hêzên şoreşger dest bi şer kirine. HPG'ê destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de li hemberî tevgera wan êrîşên berfireh di asteke nû de hatine kirin.

Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Li hemberî tevgera me ya azadiyê, ku pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk bi bicihanîna berpirsyariyên xwe re dimeşand, Erdogan û hikûmeta AKP'ê ji 24'ê Tîrmehê û pê ve dest bi êrîşan kirin. Ev êrîş di asta konsepteke nû de ne. Ev konsept bi şidandina tecrîda li ser Rêber Apo re hat destpêkirin û ji bo tinekirina destketiyên siyaseta demokratîk, hatiye berfirehkirin. Êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi balafirên şer hatin kirin û operasyonên li dijî hêzên me yên gerîla, di çarçoveya mezintirîn şerê tinekirinê yê salên dawî de hatine meşandin."

HPG'ê diyar kir ku di êrîşên artêşa Tirk de gelek jîngehên sivîlan hedef hatine girtin û got, "Di encama êrîşên hewayî de li gundê Zergelê yê Qendîlê 8 mirovên me yên sivîl hatine qetilkirin, li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Farqîn, Gimgim, Silopiya û Cizîrê polîs-leşkeran êrîşî serhildanên gelê me yên li dijî konsepta tinekirinê kirine, gelek mirovên me yên welatparêz û ciwan qetil kirine.

Li dijî van komkujiyên li hemberî vîna azad demokratîk a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî êrîşên tinekirinê yên li hemberî hêzên me yên gerîla yên li Bakur-Başûrê Kurdistanê, hêzên me yên gerîla di cih de bi çalakiyên bi bandor bersiv dane."

BÎLANÇOYA ŞER

HPG'ê der barê bîlançoya şer a ji 24'ê Tîrmehê û vir ve de, ev agahî parve kir:

- Tevgera pêgerên hewayî yên keşfê: 44

- Operasyonên artêşa TC û şer: 62

- Êrîşên helîkopterên bi tîpa Kobra: 25

- Êrîşên bi tank-obus û hawanan: 217

- Êrîşên bi balafirên şer: 87 caran hatine kirin. Ji van êrîşan 15 li Bakurê Kurdistanê, 72 li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine kirin.

- Çalakiyên hêzên me yên gerîla: 191

- Hejmara leşkerên di çalakî û şer de mirine: 394

- Hejmara leşkerên birîndar: 142

- Hejmara polîsên mirine: 16

- Hejmara polîsên birîndar: 36

Hejmara tîmên taybet ên mirine: 61

- Hejmara tîmên taybet ên birîndar: 33

- Hejmara maşînên derb lê hatiye xistin: 63 (Ji van 10 helîkopterên bi tîpa Kobra û Skorsky, 3 jî tank in)

- Hejmara maşînên hatine rûxandin: 50 (2 ji van tank in)

- Hejmara maşînên hatine şewitandin: 74

- Çalakiyên kontrolkirina rê: 50

MALZEMEYÊN HATINE DESTESERKIRIN

- Çeka sûîqestê

- 1 çeka Melez û 5 şarjorên wê

- 2 çekên BKC, 660 fîşek, 1 lûleya BKC

- 1 roketa B7, 4 gule û haşweya wê

- 9 çekên G3, 15 şarjor, 270 fîşekên wê

- 10 debance û 10 şarjorên wê

- 1 dûrbîna termal, 1 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna rojê, 1 dûrbîna karnasê

- 1 bombeya destan, 5 êlekê êrîşê, 2 cîhazên biçûk, 2 GPS, 2 telefon, 2 êlekê ji pola, 1 pûsûla, 6 çente, 1 nexşe, 2 harddîsk hatine desteserkirin.

ENCAMA 54 ÇALAKIYAN NEHAT ZELALKIRIN

HPG’ê diyar kir ku encama 54 çalakiyan nehatiye zelalkirin, detayên çalakiyên fedayî yên li Edene, Wan, Agiriya Bazid û Stenbolê pêk hatine di daxuyaniyê de cih negirtine. 

42 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA

Di dewama daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: 

- Gerîlayên me yên şehîd ketine: 42 (18 gerîlayên me di operasyon û pevçûnan de, 16 gerîlayên me di êrîşên hewayî, 8 gerîlayên me di çalakiyên fedayî de şehîd ketine.) 

ARTÊŞA TIRK 32 SIVÎL QETIL KIR

Di encama êrîşên artêşa T.C a ji 24’ê Tîrmehê ve li Bakurê Kurdistanê û komkujiya Zergelê ya Qendîl de bi giştî 32 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Li hember her cure êrîşên li dijî gelê Kurd û azadiya gelan tê pêşxistin, sekna milîtanî ya şehîd Şervan, Andok, Êrîş, Botan, Erdal, Harûn û Ekînan bi ruhê fedayî yê Apoyî derxistin holê wê bibe ruhê serketinê û terzê wê."