Huseyîn: Me li ser 13 xalan li hev kir
Civîna 5 partiyên siyasî yên di hikûmeta rêveberiya herêmî ya Kurdistanê de cih digirin bi dawî bû.
Civîna 5 partiyên siyasî yên di hikûmeta rêveberiya herêmî ya Kurdistanê de cih digirin bi dawî bû.
Civîna 5 partiyên siyasî yên di hikûmeta rêveberiya herêmî ya Kurdistanê de cih digirin bi dawî bû.
Civîna ku bi tevlîbûna PDK, YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî ya Kurdistan û Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê îro li Hewlêr salona civînê ya Seed Abdullah saet 11:00'an destpê kir bi dawî bû.
Piştî civînê endamê dîwana serokatiya rêveberiya herêmî ya Kurdistanê Fûad Huseyîn di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku civîn pir erênî derbas bûye, aliyan li ser 13 xalan li hev kirine lê hê jî gelek xalên li ser nîqaş tên kirin hene.
Fuad Huseyîn diyar kir ku di civîna îro de li ser hilbijartina serokatiya rêveberiya herêmî ya Kurdistanê nîqaş çênebûye, wê roja Yekşemê bi 5 partiyan re bi tevlîbûna Tirkmen, Xiristiyan û beşên din, wê civînek bê lidarxistin û li vir wê mijara serokatiya herêmê were destgirtin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, di civînê de du nêrîn derketine pêş. PDK ku dxwaze serokê reveberiya herêma Kurdistanê ji aliye gel ve bê hilbijartin û Mesûd Barzanî 2 salên din jî li ser wezîfeyê bimîne. YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî ya Kurdistan a û Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê dixwazin serokê rêveberiya herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve bê hilbijartin û rayeyên serok bên sînorkirin.
Dema wezîfeya Mesûd Barzanî ku 10 sal in serokatiya rêveberiya herêma Kurdistan dike 20’ê Tebaxê bi dawî bibû. 5 partiyên di parlamentoyê de têkildarî mijarê heta niha tevî ku 5 civîn li dar xistine jî hê negihiştine lihevkirinekê.