Çeteyên El-Nusra bi topên hewanan êrîşî gundê Dêr belût kirin
Çeteyên El-Nusra 2 topên hewanê avêtin gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê û di encamê de li gel ziyana madî welatiya bi navê Zozan Dinkilî birîndar bû.

Li gorî ajansa nûçeyên a ANHA’yê, komên çeteyên Cebhet El-Nusra saet di 16.05’an de 2 topên hewanê avêtine gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê yê Efrînê. Di encamê de jina bi navê Zozan Dinkilî (24) birîndar bû, her wiha ziyana madî di mala welatiyekî de çêbûye.
Zozan Dinkilî ku dayika 3 zarokan e rakirin nexweşxaneya Avirîn a Efrînê.
Di 30’ê Tîrmehê de jî komên çete yên El-Nusra êrîşî gundê Dêr Belût kiribûn û hêzên YPG/YPJ’ê bersiv dabûn êrîşa çeteyan û şer derketibû.