Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Bêhrûz Alxanî şermezar kir û bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî ciwanan kir ku li hemberî darvekirinan bêdeng nemînin. PJAK'ê destnîşan kir ku ev kiryar wê bê bersiv nemîne.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
"Em qehreman û berxwedêrê kurd Bêhrûz Alxanî ku li hemberî bêdadî û zilma dewleta Îranê bi awayeke dilêrî li ber xwe da bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wî ditewînin, ji malbata Wî û gelê kurd re sersaxî dixwazin. Vê wehşeta rejîma Sêdare ku dijminahiya gelan û taybet gelê kurd kûr dikin şermezar dikin. Ev siyaseta rejîma Îranê di vê demê de tenê xizmeta têkbirina vê rejîmê dike. Di milekê bi Amerîka û dewletên derve re lihev dikin û diyare ku encama wan lihevkirinan jî qurbanîkirina gelê Kurd e. Gelê kurd li herêmê dikin bazara nakokiyên navbera xwe.
‘ERDOGAN Û RÛHANÎ HEMAN TIŞTÎ LI SER KURDAN FERZ DIKIN'
Ev darvekirin û êrîşên nemirovane jî encama lihevkirinên dawî yên vê rejîmê û siyaseta vê demê ya dewleta Îranê dij bi gelê me ye. Dewleta Îranê bi van darvekirinan gelê kurd ber bi biryarên pir cuda ve dibe. Çawa ku li hemberî zilma Erdogana gelê me biryara xwe ya têkoşînê da, ya ku Dewleta Rûhanî jî li ser gelê kurd ferz dike heman e. Bila rejîma Îranê di vê demê ku nefesên xwe yên herî dijwar dikişîne gelê kurd neyîne wê astê ku êdî bin xirabeyên ku bi xwe ava dike dernekeve. Ji bo ku êrîşên li ser Hûsiyên li Yemenê bide sekinandin gelê herêmê û gelê kurd dike qurbanî. Ev siyasta qirêj a rejîma heyî bi ti şêwazî nayê pejirandin û yên ku bi gelê kurd û nirxên wan dilîzin bêguman wê bi çarenûsa DAIŞ’ê re rû bi rû bimînin.
Darvekirina Bêhrûz Alxanî mijarek ku bê pejirandin nîne. Ji xwe bi salan ji ber îşkenceyên herî dijwar de felc bibû. Di zagonên ti dewlekê de li hemberî mirovên ku di vê rewşê de ne birayareke wisa hovane nehatiye erêkirin û pêkanîn. Lê rejîma sêdareya Îranê êdî hemû sînorên mirovbûn û wîjdanê jî derbas kiriye. Kurdeke ku bi wehşeta xwe felc kiriye jî ji bona xwe weke tirs û xeter dibîne. Tehemula vê rejîmê li hember jiyankirina gelê kurd nemaye. Li girtîgehan li kolanan û her derê êrîşî ser gelê me dike.
Ciwanên Kurd li seranserî Îranê pêwîste ku li hemberî van benê sêdare ku her roj ciwanekê ber bi qirkirinê dibe bêdeng nebin û helwestên xwe yê welatparêzî û berxwedêriyê raber bikin. Li hemberê vê qirkirina siyasî û hovîtiya rejîmê ti kurdek pêwîste bêdeng nemîne.
BANGA BIKARANÎNA MAFÊ XWEPARASTINÊ
Bi darvekirina Sîrwan û Bêhrûzan re hewl tê dayîn ku gelê me û bi taybet jî ciwanên kurd di vê dema dîrokî de ku gelê kurd bi têkoşîneke bêhempa li her çar parçeyên Kurdistanê çerenûsa xwe diyar dike ji vê têkoşînê pêngav paşve bavêjin. Ne gelê me ne jî ti ciwaneke kurd li hemberî vê siyaseta pûçbûyî ya vê rejîmê nabe ji helwesta xwe ya bilindkirina têkoşîna xwe ya azadiyê dûr bisekine. Dema wê ye ku gelê kurd di vê qonaxê de çarenûsa xwe diyar bike û bi ti şêwazî dagirkerî û zilma li ser xwe qebûl neke û ti êrîşên dijmin bê bersiv nehêle. Gelê kurd ji bona parastina xwe li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê li Başûr û û Rojava bûn mertal û îro li hemberî şerê AKP’ê xwe rêve dibin li hemberî siyaseta Sêdare û hovîtiya dewleta Rûhanî jî pêwîste ku mafê xwe yê parastinê bi kar bînin.
'EV KIRYAR WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE'
Em bang li Rejîma Îranê dikin ku ji bona hin armancên qirêj hirsa gelê Kurd nebin serî û rê ji dijminahiyeke hê Kûrtir ya di navbera gelan de veneke. Berdewamkirina van kiryaran bi ti şêwazî yê neyê pejirandin û em şiyarî didin ku dem ne dema wê ye ku bi hesasiyet û nirxê gelê kurd were lîstine. Gelê kurd di vê dema dîrokî de di wê hêzê deye ku vir û şûnda biryara xwe ya jiyan û xwe birêvebirinê bixwe bide.
Ev kiryara rejîma Îranê di milê têkoşîna azadiya gelê kurd de yê bi ti awayî bê bersiv nemîne. Em banga têkoşîn û xwedî derketina ji şehîdên Sêdarê şehîdên rûmet û berxwedanê ji gelê xwe taybet jî ciwanan dikin. Careke din vê kiryara faşîzan û nijadperest ya rejîma Îranê û siyasta qirêj ya dewleta Rûhanî ya li hemberî gelê kurd şermezar û lanet dikin.”