Girtiyên di greva birçîbûnê de rastî îşkenceyê hatin
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Meletî Polat Kose diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Meletî di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne hatine derbkirin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Meletî Polat Kose diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Meletî di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne hatine derbkirin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Meletî Polat Kose diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Meletî di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne hatine derbkirin. Kose got ku di encama derbkirinê de 3 parsûyên Gaffar Bayram hatine şikandin û polîtîkayên zext û îşkenceyê yên li hember girtiyên siyasî wê ragihînin Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.
Li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê ku nedan malbatan û li hember operasyonên qirkirina siyasî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 15’ê Tebaxê ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn, li Girtîgeha Tîpa E ya Meletî ji aliyê girtiyên siyasî ve didome. Rêxistina DBP’ê ya Meletî diyar kir ku di nav wan de Hevserokê berê yê HDP’a Meletî jî ku heye piştî girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirine, ji aliyê memûrên Înfazê ya Girtîgehê ve hatine derbkirin. HDP’ê û xizmên girtiyên siyasî bi armanca zexta li hember girtiyan şermezar bikin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Meletî daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Hevserokê DBP’ê yê Meletiyê Polat Akkose daxuyanî xwend û diyar kir ku girtiyên siyasî di bin zext û şîdetê de ne. girtiyên ku hatine derbkirin jî di Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê de bi awayê “Ti pirsgirêk tine ye” rapor hatiye dayîn. Lê girtiyê siyasî yê bi nave Gaffar Bayram ê ji aliyê doktorên din ve hat kontrolkirin derketiye holê ku 3 parsûyên wî şkestine, hat diyarkirin ku Vahattîn Oymen ê girtiyê siyasî jî hatiye derbkirin.
Akkose diyar kir ku zext û îşkenceya li hemberî girtiyên siyasî wê bibin Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û wiha dewam kir, “Ji bo demildest dawî li vê rewşê bê anîn em bi hemû malbatên girtiyên siyasî re li vir in. Ji bo dawî li van zextan bê anîn çi pêwîst be em ê bikin.”
Dayika girtiyê siyasî Aysel Arslan jî diyar kir ku kurê min bê sûc e û nerazîbûna xwe bi vî awayî anî ziman, “Kurê min bê sûc kirin zindanê de. Bila sûcê wî bibêjin û delîlan bînin. Ev kezaba dayikê ye, wiha nabe? Ma wê heya ku derê biçe? Ma van zarokan çi kirine?”