Li navçeya Tûyna ku bi qasî 10 kîlometre dûrî navenda bajarê Hesekê ye, Mala Gel hat vekirin.
REŞÎT SERDAR
HESEKÊ
çarşem, 26 gelawêjê 2015, 13:05
Li navçeya Tûyna ya Hesekê, ku Kurd, Ereb, bawermendên Elewî û Êzidî bi hev re dijîn, bi merasîmeke girseyî Mala Gel hat vekirin. Di merasîmê de nûnerên Meclîsa Tûyna, Meclîsa Neşwa, TEV-DEM, YPG û rayedarên meclîsa bajêr a Hesekê amade bûn.
'LI VÊ DERÊ LÎSTIKÊN QIRÊJ HATIN LÎSTIN'
Hevserokê Mala Gel Mûrşît Hisin Misto di merasîmê de axivî û got, "Çeteyên El Nûsra, DAIŞ destpêkê di sala 2013'an de êrîşî Tûyna kirin. Ji ber vê yekê li ser vê derê lîstikên qirêj hatin lîstin. Bi vekirina Mlaal Gel re me êdî dawî li van lîstikên qirêj anîn. Piştî ku YPG'ê ev der ji çeteyên El Nûsra rizgar kir, li Tûyna komun, şaredarî û meclîsa me hatin avakirin. Niha jî em Mala Gel vedikin. Li tevahiya gelê me pîroz be."
Navçeya Tûyna ku navê wê ji dara tûyê tê, 10 kîlometre dûrî navenda bajarê Hesekê ye. Li navçeyê tevî Kurd, Ereb, Elewî û Êzidiyan, Selemiyên ji aliyê Serokkomarê Misirê ve li herêmê hatine bicihkirin, dijîn. Ji ber ku navçe li ser sînorê Xabûrê ye, gelê herêmê bi giranî bi karên zîreet û sewalkariyê re mijûl dibe. Ji ber rewşa sosyolojîk a navçeyê, ji sala 2011'an û pê ve ji bo rêxistinên Şîa û Sûnî yên radîkal, bû qada rêxistinbûyînê. Navê hin ji rêxistinan bi vî rengî ye:
"1-Xuraba Şam (Biyaniyên Şamê)
2-Ensar El Sınne
3-DAIŞ
4-Cephet El Nûsra
5-Ketîp El Nexwa
6-Exfet El Resul (Neviyên Resur)."
Navçeya Tûnya ku di sala 1956'an de ava bû û xwedî 15 hezar nifûsî ye, herî dawî di sala 2013'an de ji aliyê rêxistina Cephet El Nûsra ve hatibû dagirkirin. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ'ê operasyoneke berfireh dan destpêkirin û navçe azad kirin. Ji ber ku navçe li ser rêya Hesekê-Til Temir e, gelek caran rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hat."
GUNDÊN SER BI MALA GEL
Hin gundên ser bi Mala Gel a hat vekirin, ev in:
"Ûm Dibis, Ebû Mana, El Abdûllah, Seba Hemaye, El Îdrîs, Sehriyet, Ûm Milix, Xiniş, Mehesîn, Mûdeyna, Cûwehil, Mûherîkat, Xezîm, Bendecî, Til Sexir Fokan, Til Şamam, El Xeneş, Mişrefe El Şaîr, Gidit, El Îsmet, Qerît El Miximit, Engezî, Qerît El Elî, Ebû El Mana, Şeîrat, Şemmoka, Ibbi, Innaga, El Cûma, El Hac, Ûm El Meiz."
Li Mala Gel piştî destpêkirina qursa zimanê Kurdî ya destpêkê ya bi beşdariya 15 kesan, girseya gel belav bû.