Li Şengalê çalakiya sûîqestê
Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di encama sûîqesteke li Şengalê de çeteyek hatiye kuştin û wesayîtek jî hatiye rûxandin.
Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di encama sûîqesteke li Şengalê de çeteyek hatiye kuştin û wesayîtek jî hatiye rûxandin.
Fermandariya YBŞ’ê têkildarî çalakiya li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got: “25’ê Tebaxê saet 09.00’an li ser cadeya giştî ya li Navenda Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di wesayîta bi çekên giran hedef hatiye girtin wesayît bi temamî hatiye rûxandin, çeteyên di hundirê wesayîtê de mirine nehatiye zelalkirin.
25’ê Tebaxê saet 06.00'an li hember çeteyên li gundê Sîkkînê yê li nêzî qada Şilo ya berê di destê cemaeta Şêx Xeyrî de çalakiyek sûîqestê pêk hat. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.
25’ê Tebaxê saet 18:00'an balafirên koalîsyonê du caran li çeteyên li taxa Xeyr Nasir bi cih bûne dane. Encamên wê nehat zanîn.”