KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê 3 kes hatin girtin
Di operasyonên siyasî yên li Nisêbînê de 3 kes hatin girtin û kesek jî serbest hat berdan. Hat hînbûn ku kesên hatine girtin birine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîl bomberdûman kirin - HAT NÛKIRIN
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîlê bombe dikin. -
Li Mîksê lehî rabû
Li navçeya Mîksê ya Wanê barana zêde bû sedema lehiyê. Tevayî cadeyên navçeyê ku di bin avê de man têkiliyên navçeyê bi Wan û gelek gundan re qut bû. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Garê bombe dikin
Hat diyarkirin ku balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin, li herêmên Metîna û Qendîl jî tevgereke hewayî ya zêde heye. -
17 kesên li Tatosê hatibûn binçavkirin hatin girtin
Di serdegirtinên malan ên li taxên Tatosê de 17 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Gelê Colemêrgê li hember operasyonên qirkirina siyasî meşiya
Li Colemêrgê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina girtinan û şerê AKP’ê daye destpêkirin meşek li dar xistin. -
Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn hat girtin
Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn a ji aliyê polîsên Tirk ve hat binçavkirin, danê êvarî ku derket pêşberî dadgehê hat girtin. -
Lêkolîna heyeta rojnamevanan didome
Heyeta rojnamevanan li Cizîrê û Silopiya lêkolîn kir. -
Li Şaxê lehiyê rê li ber zerareke mezin vekir
Ji ber barana ku ji duh ve dibare li Taxa Sortkîn a navçeya Şax a Wanê lêhî rabû. -
Colemêrg jî bû ‘Herêma Ewlehiya Taybet’
Walîtiya Colemêrgê piştî Şemzînan, Çelê û Geverê niha jî di nava sînorê Colemêrgê hin herêman 14 rojan "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kir. -
Li çiyayê Kizwanan şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa çeteyan a li hember qûntarên çiyayê Kizwanan şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da. -
Nasnameya 4 gerîlayan hat aşkerakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku di encama bomberdûmanên bi obus-hewan û hewayî yên artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Li Erziromê careke din 17 kes hatin binçavkirin
Li taxên Girsok, Heccergo, Bastokajor ên Tatosê 17 ke hatin binçavkirin. -
Di pevçûnên li hember artêşa Tirk de herî kêm 4 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihand ku di pevçûnên navbera rojên 23 – 25’ê Tebaxê yên li hember artêşa Tirk de rû dane û di çalakiyên hatine lidarxistin de herî kêm 4 leşker hatin kuştin. -
Irmak: Em ê destûr nedin binçavkirinan!
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku çiqas daxwaza pergala serokatî ya ku Serokkomar Erdogan rewa û zagonî be daxwaza gel a rêveberiya cewherî jî ewqas rewa û zagonî ye. -
Polîsên Tirk girtin ser Şaredariya Artemêtanê
Piştî Hevşaredarê Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn hat girtin, polîsan îro bi ser şaredariyê de girtin -
Gelê Wanê dixwaze dorpêça polîsan rabe
Li taxên Hacibekîr, Suphan, Şehîd Firat û Karşiyaka yên Wanê dorpêça polîsan a ev demeke didome berdewam dike. Li taxên ku timî di bin bombeyên gazê de tên hiştin û mirov nikarin derve, gel dibêje, ‘Êdî bes e’. -
Bombardûman û tevgera hewayî didome
Bomberdûman û tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li hember herêmên gerîlayan didome. -
Ji bo meşa sibe ya li Wanê banga tevlîbûnê hat kirin
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajarê Wanê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelê Wanê kirin, ku tevlî meşa girseyî ya sibe bibe. -
Rojnamevan: Dewletê nexwest em bibînin bê li Farqînê çi rû didin
Koma rojnamevanên ku ji bo çavdêriya şerê li Kurdistanê bikin hatibûn Amedê daxuyand ku ji ber astengiya polîsan li Farqînê çavdêrî û lêkolînan nekirine. -
Kalkan: Tevlî lîstika şer a AKP'ê nebin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Vê bangê li hêzên leşkerî û yên din dikim: Tevlî lîstika şer a AKP'ê nebin...Ji aliyê me ve li hemberî wan wê ti şer, ti êrîş neyê kirin. -
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Total kargeheke din a hilberîna komirê girt
Sozên li ser terikandina hilberîna komirê, ku bandorê li germahiya global dike, dereng be jî bi cih tên anîn. -
Herêma mertalên zindî hat bombekirin
Leşkeran herêma Veregozê ya qada Doskî ku Mertalên Zindî lê nobet digirtin, dan ber bombeyan û herêm şewitandin. -
Careke din li Herêma Şehîd Kendal pevçûnan destpê kir
Li herêma Şehîd Kendal a li sînorê Başûrê Kurdistanê ya Roboskî şer û pevçûnan ji nû ve destpê kir.