Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Ehmed Bekir (Kemal Kobanê), Ednan Bozo (Dozvan Kobanê), Fedîle Mûsa (Şîlan Kobanê), Kendal Muslim (Amed Reş), Kendal Muslim, Ehmed Kobanê, Seyîdxan Kobanê, Sakîne Kobanê û Henîf Kobanê yên di şerên dawî yên li Serêkaniyê û Kobanê li dijî komên çete yên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê.
Girseya gel bi armanca wergirtina cenazeyan li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê kom bûn. Girseyê posterên cangoriyên azadiyê vekir, alên TEV-DEM, YPG, YPJ û PYD’ê hilgirt, benavber dirûşme qîriya û bi konvoyek ji wesayîtan ber bi goristana Şehdî Dîcle ya li gundê Termîk a Kobanê ket rê.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgiritinê destpê kir, paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo axivî. Hemo diyar kir ku serketinên mezin ên li Rojava tên jiyîn bi saya berxwedana cangoriyên azadiyê ne û destnîşan kir ku divê hemû welatî parastina destketiyan bikin. Hemo di dawiya axaftina xwe de soza şopanadina rêya cangoriyan da.
Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kobanê Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser bûyerên dawî yên li Rojava û herêmê. Ehmed got: "Dem hatiye ku em hemû mafên xwe bi dest bixin. Di şoreşa Rojava de jinan pêşengtî kiriye û di hemû qadan de erka xwe ya parastinê pêk tînin."
Di merasmî de li ser navê malbatên şervanan jî axaftin hatin kirin û di axaftinan de soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan spartin axê.