Irmak: Em ê destûr nedin binçavkirinan!

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku çiqas daxwaza pergala serokatî ya ku Serokkomar Erdogan rewa û zagonî be daxwaza gel a rêveberiya cewherî jî ewqas rewa û zagonî ye.

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku çiqas daxwaza pergala serokatî ya ku Serokkomar Erdogan rewa û zagonî be daxwaza gel a rêveberiya cewherî jî ewqas rewa û zagonî ye. Irmak, bertek nîşanî binçavkirin û girtina hemwelatî û hilbijêran jî da û heke wiha berdewam bike ew ê jî li ber şaredariyê xendekan bikolin. Irmak bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiya "jiyanê rawestînin" bibin kir.

KCD'ê têkildarî geşedanên demên dawî li Kurdistanê pêk tên, îlankirina xwerêveberiyê, zext û êrîşên AKP'ê, binçavkirin û girtinên demên dawî daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê saziyan Serokê Odeya Tabîbên Amedê Dr. Cengîz Gunay, metna daxuyaniyê xwend. Gunay, diyar kir ku ew li hemberî pêşketinên di demên dawî yên li Kurdistanê dijîn ji bo daxwazên demokratîk û azadî ya gelan bikeve jiyanê, bi hişmendiya li pêşberî mirovahiyê berpirsiyariya wan heyî ji konsepta şer re dibêjin na û li hemberê rûmetşikandina li ser bedena jinê helwest nîşan didin.

Gunay, da zanîn ku polîtîkaya desthilatdariya AKP'ê ya 13 salin dimeşîne Tirkiyeyê aniye rêyeke cuda û wiha got: "An wê şêwaza rêveberiya ku demokratîk û aştiyane esas bê girtin an jî wê di pergala tekbûyî, hegemonîk û dîktatoryal israr bikin. Beriya 7'ê Hezîranê konsepta şer a dixwestin bixin dewrê û piştî hilbijartinê ev yek berdewam kir, da nîşandan ku rêya duyemîn hatiye hilbijartin. Li hemberî xwerêveberiyê ya gel bi operasyonên siyasî û leşkerî di ser qirkirineke, welat ji bo desthiladariyê xistin nava şerekî dijwar."

'EM Ê BERTEKÊN PÊWÎST NÎŞAN BIDIN'

Gunay, destnîşan kir ku li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya demokratîkbûyîna dewletê di nava xwe de dihewîne hemû êrîşan, girtina hevşaredar, kadroyên rêveberiyê ew ê qebûl nekin û anî ziman ku wê bertekên xwe bi şêwazekî demokratîk nîşan bidin.

IRMAK: EV KINC JI VÊ BEDENÊ RE TENG TÊ

Piştî Gunay, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî axaftinek kir û balkişand ser şerê ku ji hêla hikûmeta AKP'ê ya demkî hatiye destpêkirin û diyar kir ku li hemberî daxwaza rêveberiya cewherî ya gel operasyonên binçavkirin, girtin, leşkerî, şer, komkujî û tundiyê bersiv dayîn, ji berê ve jî ev rêbaz hatibû ceribandin û derxistibû holê ku pirsgirêka Kurd bi şer û pêvçûnan nayê çareserkirin. Irmak, da zanîn ku ev daxwaza gel a rêveberiya cewherî tiştekî xwezayî ye û destnîşan kir ku lewra tiştên diqewimin dide nîşandan ku ev kinc ji vê bedenî re teng tê. Irmak, anî ziman ku êdî reformek cidî ji vê welatî re pêwîst e û ev gel rêveberiya cewherî ji xwe re weke pêwîstî dîtiye. Irmak, derbirî ku çawa Serokkomar Erdogan pergala serokatiyê ji xwe re wek pêşniyar daniye ku ev li gor wan meşrû û zagonî ye, heman wisa pêşniyara gel jî ya rêveberiya cewherî ewqas meşrû û zagonî ye. Irmak, destnîşan kir ku ev model ya dewlet û welat cuda nake berevajî digihîjîne hev, yê vî welatî ji hev cuda dike şîdet, komkûjî, şer û pêvçûn bi xwe ne, ango tiştê niha ku dewlet û AKP dike ye.

'EM Ê LI BER ŞAREDARIYAN XENDEKAN BIKOLIN Û BINÇAVKIRINAN ASTENG BIKIN'

Irmak, binçavkirin û girtina ku di nava wan de hevşaredar jî hene re bertekek tund nîşan da û wiha got: "Em ê binçavkirina hevşaredar û hilbijêrên me re musade nekin, heke wiha berdewam bike em ê weke KCD li ber şaredariyan xendekan bikolin û binçavkirinan asteng bikin."

Irmak, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya rojek jiyanê rawestînin ku wê sibê bidin destpê kirin.