Kalkan: Tevlî lîstika şer a AKP'ê nebin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Vê bangê li hêzên leşkerî û yên din dikim: Tevlî lîstika şer a AKP'ê nebin...Ji aliyê me ve li hemberî wan wê ti şer, ti êrîş neyê kirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Vê bangê li hêzên leşkerî û yên din dikim: Tevlî lîstika şer a AKP'ê nebin...Ji aliyê me ve li hemberî wan wê ti şer, ti êrîş neyê kirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: "Li hêzên HPG-YJA Starê vê bangê dikim: Bi ti awayî li hemberî leşkerên derneketine operasyonê, êrîşî gel û gerîla nekirine, bi rêveberiya siyasî re eleqedar nabin, bi navê parastina welêt li ser sînor in û di qereqolan de ne, êrîşan nekin. Ev ne li gorî nêrîna me ye. Divê li hemberî yên tevlî şer nabin, çalakî neyên kirin. Ti hêzeke gerîla divê bi ti awayî nekeve nava pêkanîneke zerarê bide gelê sivîl. Kî vê bike, wê sûc bike û em ê darizînin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a Mednûçe û bûyerên dawî yên di rojevê de nirxand.
Kalkan da xuyakirin ku li Kurdistanê rojên dîrokî tên jiyîn û got, "Li aliyekî xwerêveberiyên demokratîk tên ragihandin, li aliyê din lid ijî feraseta rêvebirina xwe ya gelê Kurd, polîtîkayên zextê yên dewletê zêde dibin."
JI DEV Û DESTÊN ERDOGAN XWÎN DIHERIKE
Kalkan bal kişand ser biryara hilbijartina pêşwext û ev nirxandin kir: "Dibêjin, 'wê hilbijartina nû pêk were û vîneke nû ji hilbijartinê derkeve'. Baş e, ya di 7'ê Hezîranê de pêk hat, ne hilbijartin bû? Çima hurmet ji wê vînê re nehat nîşandan? Çima ew vîn nehat bikaranîn? Kî dizane ku wê ji vîna nû derkeve holê re hurmet were nîşandan, bê meşandin?
Li aliyekî şer hatiye destpêkirin, li aliyê din jî hilbijartin! Wê şer be yan ji hilbijartin be, em bi vê zanibin. Ji dev û destên Tayyîp Erdogan xwîn diherike. Li her derê dibêje 'şer wê dewam bike' û hilbijartin tê kirin. Wê demê, ji vê derê hilbijartinek dernakeve."
AQÛBETA ERDOGAN JÎ WÊ BIBE MÎNA YÊN BERIYA XWE
Kalkan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Niha Tayyîp Erdogan dibêje 'ez serfermandar im, min her kes têk bir', lê belê bila li paşeroja xwe binêre. Ev 35 sal in me ev gotin gelekî bihîst. Ev gotin di dibistanan de hatine jiberkirin. Yên ji Erdogan bêhtir bi îdîa û ji xwe bawer hebûn. Encam; li pêş çavan e. Aqûbeta Erdgoan jî wê ji ya wan ne cudatir be. Encamên hilbijartinê ne li gorî hesabên Erdogan bûn. Ti carî nedihat bîra Erdogan ku HDP bendê derbas bike. Ji mîlyarekê carekê jî nefikirî ku AKP ji desthilatdariya bi tena serê xwe bikeve. Digot, '400 wekîlan bidin, ez ê bieciqînim û derbas bibim'. Wê bi vî rengî li hemberî PKK'ê şer bida destpêkirin. Dema rewşeke berevajî derket holê, şoq bû. Piştî ku ew şoq ji ser xwe avêt, biryara hilbijartina nû da. Biryara hilbijartinê ne niha daye, ev biryar di 8, 9'ê Hezîranê de ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hat dayîn. Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine dihesibîne."
LI DIJÎ YÊN TEVLÎ ŞER NABIN DIVÊ ÇALAKÎ NEYÊ KIRIN
Kalkan bal kişand ser nerazîbûna civakê ya li hemberî pêkanînên AKP'ê û destnîşan kir ku ev helwesta civakê ya ji AKP'ê re "êdî bes e", "raweste", gelekî dîrokî ye.
Kalkan anî ziman ku tevlîbûna çapemeniyê li merasîmên cenazeyan hatiye qedexekirin û nerazîbûna malbatên leşkeran bi vî rengî nirxand: "Hemû malbatên leşkeran nerazîbûnê nîşan didin. Ya divê were kirin çi ye? Wê demê bila ciwan neçin leşkeriyê. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîste ciwanên Tirkiyeyê ji bo qetilkirina Kurdan neçin leşkeriyê. Ciwanên Kurd jî divê qet neçin leşkeriyê.
Ji vê derê bi awayekî dibêjim: Nêrîneke me ya derxistina şer nîne. Polîtîkayeke me ya şerekî li dijî artêşê tinebû. Me paradîgma guherand. Di nêzîkatiyên me yên teorîk, îdeolojîk de guhertin, pêşketin çêbûn. Em dewletê, artêşê red nakin. Bila dewlet û artêş hebe, lê belê li wezîfeyên xwe yên eslî vegerin. Li gel vê yekê bila civaka demokratîk jî, civaka Kurd jî bi ziman, çand û rêxistinbûyîna xwe jiyana xwe bidomînin, xwe karibin bi rêve bibin. Daxwaza me ev e. Lewma şerekî me yê li hemberî artêşê tinebû. Ev şer, ji ber êrîşeke AKP, Tayyîp Erdogan pêk hatiye.
Ez dixwazim vê bersivê bidim wan dayikan û vê vê bangê li hêzên HPG-YJA Starê dikim: Bi ti awayî li hemberî leşkerên derneketine operasyonê, êrîşî gel û gerîla nekirine, bi rêveberiya siyasî re eleqedar nabin, bi navê parastina welêt li ser sînor in û di qereqolan de ne, êrîşan nekin. Ev ne li gorî nêrîna me ye. Divê li hemberî yên tevlî şer nabin, çalakî neyên kirin. Ti hêzeke gerîla divê bi ti awayî nekeve nava pêkanîneke zerarê bide gelê sivîl. Kî vê bike, wê sûc bike û em ê darizînin."
TEVLÎ LÎSTIKA ŞER A AKP'Ê NEBIN
Kalkan di dewama axaftina xwe de ev bang li hêzên leşkerî û yên din kir: "Bila tevî lîstika şer a AKP'ê nebin. AKP dibêje 'ez ê dîktatoriya xwe ava bikim, ez ê di rêveberiyê de bimînim, hemû dewlet û artêş ê desthilatdariya min a siyasî biparêzin' û bi vî rengî êrîş dikin. Tevlî van êrîşan nebin. Bila tevlî daxwazên AKP'ê nebin. Ji aliyê ve wê li hemberî wan ti şer, ti êrîş neyê kirin. Gerîla jî wê çalakiyên xwe yên bersivdayînê li hemberî yên sûcdar bike. Li hemberî yên tevlî şer nabin divê bi ti awayî şîdet neyê bikaranîn. Lê belê li pêşberî vê yekê divê hêzên demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, bi taybetî jî dayik û malbatên leşkeran, eger ev rewş neyê guhertin, zarokên xwe neşînin leşkeriyê."
Kalkan anî ziman ku hewldanên xwerêveberiya demokratîk, ne hewldanên şer û şîdetê ne û got, "Ev xebatên siyaseta demokratîk in. Em ji aliyê teorîk ve bi vî rengî fêm dikin. Bi vî rengî me plan kir û em dimeşînin. Yê ku hewl dide me terorîze bike AKP û Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Bi rêya êrîşên artêş, polîs û dewletê re dixwaze pêşî li xebatên siyasî, civakî û demokratîkbûyînê bigire."
GIRÎNG E TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ LI HER DEVERA TIRKIYEYÊ BELAV BIBE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da zanîn ku demokratîkbûyîn û pirsgirêka aştiyê ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye û got, "Lewma azadî û demokrasî ne tenê wezîfeya şoreşa Kurdistanê ye ku bi cih bîne. Wezîfeya hemû hêzên şoreşger demokratîk ên Tirkiyeyê ye."
Kalkan da xuyakirin ku divê têkoşîna demokrasiyê li her qada Tirkiyeyê belav bibe û destnîşan kir ku ji bo sekinandina şer divê hemû hêzên demokratîk, partî, rêxistin û komên demokratîk ên li Tirkiyeyê bibin yek.
ROJ ROJA PÊŞVEBIRIN Û PARASTINA XWESERIYA DEMOKRATÎK E
Kalkan da xuyakirin ku Kurd gaveke mezin a şoreşê diavêjin û got, "Roj ew roj e ku li qada xwecihî, li tax, gund, bajarokan meclîsên herêmî werin hilbijartin, birêvebirin û pêşvebirina demokrasiya herêmî ye. Roj roja pêşvebirin û parastina Xweseriya Demokratîk e."