KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bloka Aştiyê li Farqînê lêkolîn kir
Bloka Aştiyê li navçeya Farqîn a Amedê lêkolîn kir. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Demîr hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Demîr (Pale Kawa) ê li herêma Kozan a Semsûrê jiyana xwe ji dest da li gundê Çiralixê yê navçeya Kahta ya Semsûrê hat definkirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yîgît li Şemzînanê hat definkirin
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Azad Yîgît (Baz Feraşîn) ê di pevçûna li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da li navçeyê bi girseyî hate definkirin -
Ne 3, dozgerek lêpirsîna Pirsûsê dimeşîne
Lêpirsîna komkujiya Pirsûsê ya 33 şoreşger ji aliyê DAIŞ’a olperest a faşîst ve hatin qetilkirin, berevajî rayedarên hikûmetê ne 3, dozgerek lêpirsînê dimeşîne. -
Ji partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo serokatiyê projeya hevpar - HAT NÛKIRIN
Ji bo krîza serokatiyê ya li Başûrê Kurdistanê bê çareserkirin, bi tevlîbûna 5 partiyên siyasî ev du roj in li Hewlêr civîn pêk tê. Di civînê de biryara amadekirina projeyeke hevpar derket. -
Gerîlayê HPG’ê Dogan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hasan Dogan (Demhat Kerboran) yê li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Kerboranê bi girseyî hat definkirin. -
Rojnamevan Salih Sertkal hat binçavkirin
Berpirasyarê Çapemeniya Şaredariya Artemêtan rojnamevan Salih Sertkal bi hinceta der barê wî de biryara girtinê heye hat binçavkirin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê di berxwedana gundê Mişêfre ya Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. -
Gerîla bi çalakiyan bersiv didin êrîşên artêşa Tirk
Di dema ku tevgera leşkerî û operasyonên artêşa Tirk dewam dikin, gerîla jî bi çalakiyên bi bandor bersiva van êrîşan didin. -
Bloka Aştiyê diçe Farqînê
Heyeta Bloka Aştiyê ji bo li Farqînê lêkolînan bike beriya ku biçe têkîldarî armanca xwe ya çûyînê li Amedê daxuyanî da. Berdevkê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy diyar kir ku li dijî Bloka Şer ew Bloka Aştiyê temsîl dikin. -
Şewata li Qisle ber bi Duzgun Baba ve diçe
Li navçeya Qisleyê ji ber gulebarana ji Qereqola Koçyîgîtlerê li herêma Zargovîtê şewat derket. Şewata ku welatî hewl didin bixin bin kontrolê ber bi Duzgun Baba ya ku ji bo elewiyên li herêmê dijîn warekî pîroz e ve belav dibe. -
Gelê Wanê xwe ji çalakiya destberdana kar re amade dike
Rêxistina DBP’ê ya Wanê bi dirûşma, “Ji bo hema niha aştî em banga 5 deqeyan fikirandina encamên şer û mirinan dikin” starta çalakiyên xwe bi civîneke çapemeniyê da. -
Meşa piştgiriya bi hevşaredaran re hat astengkirin
Xebatkarên Şaredariya Sûrê binçavkirina hevşaredarên xwe protesto kirin. -
Li Neşwa hevserok û komîte hatin diyarkirin
Piştî YPG/YPJ’ê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê paqij kirin, xebatên li bajêr ji nû ve didomin. -
Yilmaz: Ji Şemzînanê 13 hezar mirovan koç nekirin
Ji ber terora dewletê ya li Şemzînanê, beşek ji gelê herêmê neçar man biçin cem xizmên xwe. Hevşaredarê Şemzînanê Yilmaz da xuyakirin ku nûçeyên îdîa dikin, 'ji navçeyê koçeke mezin destpê kiriye' derew in. -
NAV-DEM: Em beşdarî merasîma cenazeyê Jochîm ê YPG'yî bibin
NAV-DEM'ê, ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) a 22'ê Tebaxê roja Şemiyê li bajarê Elmanya Karlsrûheyê, banga beşdariyê kir. -
Balafirên şer ên Tirk Heftanînê bomberdûman dikin
Balafirên şer ên Tirk, Girê Şehîd Kendal ê Herêma Heftanînê û xeta sînor a Roboskî bomberdûman dikin. -
Li Qendîlê tevgera balafirên şer didome
Balafirên şer ên Tirk, li ser Qendîlê digerin. -
Polîsan kesekî astengdar bi giranî birîndar kirin!
Li Milazgirê, çalakiya ji bo Kevser Elturk rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de polîsan mirovekî astengdar bi giranî birîndar kirin. -
Dayikên Aştiyê: Divê Ocalan karibe di mercên azad û wekhev de muzakereyan bike
Dayikên Aştiyê li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwazên xwe bi raya giştî re parve kirin. -
Hevşaredarê Şemzînanê: Gelê Kurd êdî ne gelê salên 90'î ye
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz nerazîbûn nîşanî şibandina rewşa heyî bi salên 90'î da û got, "Êdî li holê gelê salên 90'î û 2000'î nîne. Mirov ji her alî ve parastina rewa dikin. -
Şemzînan dişewite: Daristan dişewitin, heywan dimirin
Li Şemzînanê şewata ji aliyê leşkeran ve hat derxistin dewam dike. Qadeke berfireh a daristanî ji ber şewatê tine bû. Dewlet bi zanebûn şewata ku rê li ber mirina heywanan vedike, venamirîne. -
Li Hênê çalakiya mertalên zindî dewam dike
Li bejahiya Hurê ya navçeya Hênê çalakiya mertalên zindî dewam dike. Li aliyê din leşkerên bi helîkopteran hatin herêmê, li derdorê bi cih bûne. -
Ji artêşa Tirk bomberdûmana hewayî û bejahî
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla bi bomberdûmana bi balafirên şer, obus, hawan û tankan dewam dikin. -
Leşkerên Tirk li ser sînorê Efrînê welatiyek qetil kirin
Leşkerên Tirk li ser sînorê Efrîn û Bakurê Kurdistanê, welatiyê bi navê Mihemed El Salîm ê 70 salî qetil kirin.