YPG’ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê di berxwedana gundê Mişêfre ya Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da aşkera kir.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ya li ser malpera fermî hat weşandin wiha ye: “Şervanê me Rakan ji Helepçe hat tevlî nava refê YPG’ê bû ji baweriya xwe ku şoreşa Rojava şoreşa hemû dilxwazên jiyana birûmet û azadiyê ye.
Di Roja 12’ê Tebaxê de rêheval Rakan tevlî cangoriyên azadiyê bû ji bo parastina nirxên mirovahî û exlaqî.
Em jî wek YPG’ê û YPJ’ê bi rêzdarî hevalê xwe Ş. Rakan û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin, ji hemû malbatên şehîdan re ser saxiyê dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.”
Nasnameye şehîd wiha ye:
Nasnav: Rakan Helepçe
Nav: Dana Hisên
Navê dayikê: Bihar
Navê bav: Yasîn
Cihê jidayikbûnê: Helepçe
Cih û dîroka şehadetê: 12.8.2015 Serêkaniyê -Mişêrfê