Hevşaredarê Şemzînanê: Gelê Kurd êdî ne gelê salên 90'î ye
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz nerazîbûn nîşanî şibandina rewşa heyî bi salên 90'î da û got, "Êdî li holê gelê salên 90'î û 2000'î nîne. Mirov ji her alî ve parastina rewa dikin.
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz nerazîbûn nîşanî şibandina rewşa heyî bi salên 90'î da û got, "Êdî li holê gelê salên 90'î û 2000'î nîne. Mirov ji her alî ve parastina rewa dikin.
Gundê Şapatan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê bi rojane ji ber obus û hawanên ji tabûra Tekelî hatin avêtin, hat bombekirin. Ji ber êrîşên artêşa Tirk 4 kes birîndar bûn, zêdeyî 20 mal xera bûn û beşek ji mirovên li herêmê neçar man koç bikin. Li navçeyê rewş niha bêdeng e, lê nayê zanîn ku hêrsa di nava gel de kom bûye, kengî û bi çi rengî biteqe.
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz da xuyakirin ku ya herî zêde gelê Şemzînanê bi hêrs kiriye gotinên Serokkomar Erdogan û operasyonên qirkirina siyasî ye. Yilmaz nerazîbûn nîşanî nirxandina "Em di salên 1990'î" de ne da û got, "Ev gel êdî ne gelê salên 1990'î ye. Êdî hîn bû xwe biparêze."
Yilmaz anî ziman ku piştî daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê bi taybetî jî yên Serokkomar Erdogan alozî derketiye û got, "Her roj girtin, her roj serdestgirtin, her roj zext zêde bûn. Merasîmên me yên cenazeyan jî rastî êrîşê hatin. Hat dîtin ku karkerên li înşaetê jî bi dev li erdê tên dirêjkirin, dest ji pişt ve tê girêdan û rastî îşkence û gefê tên. Leşker û polîsên ku mirovên me qetil kirin, nehatin darizandin. Vê rewşê tengezarî û rageşiya li nava gel zêde kir. Ji ber vê aloziyê jî nerazîbûn hat nîşandan."
Hevşaredar Seferî Yilmaz da xuyakirin ku tê xwestin Şemzînan bi giştî bibe herêmeke leşkerî û anî ziman ku gundê Şapatan ê ji 550 mal û 5 hezar nifûsî, bi vê armancê ji sedî 70 hatiye valakirin.
Yilmaz nerazîbûn nîşanî nirxandina "Em di salên 1990'î" de ne da û got, "Em ne di salên 1990'î de ne. Di salên 90'î de mirov bêparastin bûn. Êdî gelê salên 90'î yan jî 2000'î nîne. Mirov ji her alî ve parastina xwe ya rewa dikin. Heta cihekî dikarin sebir bikin, lê dawiya wê mirin be jî, wê parastina xwe bikin. Ya girîng ew e ku rewş neyê vê radeyê, piştî ku hat vê qonaxê êdî her tişt pêkane."
Ji bo neyê vê qonaxê jî Yilmaz ev pêşniyar kir: "Ti bendewariya me ji hikûmetê nîne. Lê bendewariya me ji gel heye. Divê destûr neyê dayîn ku mirovek ji bo hewesa xwe ya qesrê Tirkiyeyê bişewitîne. Girîng e şoreşger, demokrat, sosyalîst û lîberalên li Tirkiyeyê li dijî vê derkevin. Neron Roma şewitand, Serokkomar jî Tirkiyeyê vediguherîne qada şer. Ev yek ê bandoreke giran li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn bike. Li her deverê bi keyayan re civînê pêk tîne. Xuyaye xwe weke serokê keyayan îlan kiriye."
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz da xuyakirin ku divê ji sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevanan heyet bên herêmê û got, "Em li benda sosyalîstan, şoreşgeran, demokratan e. Em li qada herî dûr a Tirkiyeyê li sêgoşeya Tirkiye-Iraq-Îranê dijîn. Em nikarin dengê xwe bigihînin rojavayê welêt. Her wiha ne tenê Şemzînan her der dişewite. Eger ev şewat neyê vemirandin, wê bi tevahiya Tirkiyeyê bikeve û encamên wê jî wê giran be. Ji ber vê yekê divê her kes hestiyar be."