Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yîgît li Şemzînanê hat definkirin

Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Azad Yîgît (Baz Feraşîn) ê di pevçûna li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da li navçeyê bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Azad Yîgît (Baz Feraşîn) ê di pevçûna li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da li navçeyê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Azad Yîgît (Baz Feraşîn) ê 18'ê Tebaxê li nêzî Sîteya Sanayî ya gundê Şepatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat wergirtin û anîn Şemzînan. Cenazeyê Yîgît li herêma Bermeş a Şemzînan hate pêşwazîkirin û anîn Mizgefta Hz.Hamza ya li Taxa Beşevlerê. Piştî wecîbeyên olî birin malê û piştre bi meşê birin Goristana Navçeyê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Yîgît’ê HPG'yî hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan, rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredar û gelek welatiyên din tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Yîgît bi dirûşman hat definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat.

'DIVÊ EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN'

Parlamenterê HDP'ê Akdogan di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Em li ser vê axê em zarokên gelê xwe defin dikin. Hemû kes ji zarokên xwe hez dike. Lê ji ber ku em nebûne yek û me destên hev negirtin welatê me perçe bûye. Heke em nebin yek, xwedî li xwe, malbat û axa xwe dernekevin kesên ti mafê wan li ser vê axê tineye wê me bi rê ve bibin û wê me hemûyan koçber bikin. Em baş dizanin ku ev welat bi avê ne bi xwînê hat avdan. Heke me vê axê berbidin kî wê hesabê ketina girtigehan û malbatên rastî heqaretan bipirse? Heke em îro xwedî li kesên wisa lêhatin derketiban gelo ev wê derketiban pêşberî me?"

'AZADÊ MIN ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE'

Dayika Yîgît Fatma Yîgît jî spasiya hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û wiha got: "Azadê min şehîdê Kurdistanê ye. Şehîdê Şemzînan û Ocalan e. Kezeba min şewitî lê bila kezeba ti kesên din neşewite. Bila ne xwîna polîs, leşker û gerîlayan birêje. Înşallah wê kurê min şehîdê dawî be."

Piştî axaftinan girseyê sersaxî li malbatê dan.