Balafirên şer ên Tirk Heftanînê bomberdûman dikin
Balafirên şer ên Tirk, Girê Şehîd Kendal ê Herêma Heftanînê û xeta sînor a Roboskî bomberdûman dikin.
Balafirên şer ên Tirk, Girê Şehîd Kendal ê Herêma Heftanînê û xeta sînor a Roboskî bomberdûman dikin.
Li Girê Şehîd Kendal ê li Heftanînê, şerê di navbera gerîlayên HPG-YJA Star û artêşa Tirk de, dewam dike. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di vê saetê de herêm ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve tê bombekirin.
Tabûra Topvanan a Bejuh a artêşa Tirk jî herêma şer topbaran dike. Bomberdûmana ji hewa û bejahî, li Deşta Şîrît û bejahiya gundê Zeryayê rê li ber şewatê vekir.