Gerîlayê HPG’ê Dogan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hasan Dogan (Demhat Kerboran) yê li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Kerboranê bi girseyî hat definkirin.

Cenazeyê şervanê HPG'ê Hasan Dogan (Demhat Kerboran) yê ku li navçeya Gimgima Mûşê di 16 tebaxê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê hezaran sipartin axê. Canezeyê Dogan di ketina bajar de ji wesayîta cenaze hat wergirtin û ber bi goristanê ve li ser milan hat birin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê şervanê HPG’ê Dogan hat wergirtin. Li navçeyê esnafan ji bo cenazeyê Dogan dikan û kargehên xwe venekirin. Di meşê de diruşmên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gel e, gel li vir e", "PKK întîqam" hatin berzkirin. Merasîm bi tevlîbuna rêxistinên HDP-DBP’ê ên Mêrdînê, Parlementerên HDP’e Gûlseren Yildirim û Enîse Guneylî, rêveberên MEYA-DER’ê, malbata Dogan û bi hezaran welatî pêk hat. Polîsan di 3 noqteyan de xwestin meşê bi hinceta wêne hene asteng bikin lê rastî berteka gel man û neçar man ku ji kolanan vekişin. Piştî vecîbeyên olî yên li goristana Micir Sefayê, cenazeyê Dogan hate definkirin. Li vir Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, Dogan bi bîr anî û wiha axivî: "Axa Kurdistanê bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Di demên berê de komkujiyên kiryar nediyar pêk dihatin lê îro raste rast komkujiyan pêk tînin. Em Dogan û hevalên wî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Piştî ku cenaze hate definkirin gel ji bo sersaxiyê derbasî cihê ji bo Dogan sersaxî hatiye danîn bûn.