Gelê Wanê xwe ji çalakiya destberdana kar re amade dike

Rêxistina DBP’ê ya Wanê bi dirûşma, “Ji bo hema niha aştî em banga 5 deqeyan fikirandina encamên şer û mirinan dikin” starta çalakiyên xwe bi civîneke çapemeniyê da.

Rêxistina DBP’ê ya Wanê bi dirûşma, “Ji bo hema niha aştî em banga 5 deqeyan fikirandina encamên şer û mirinan dikin” starta çalakiyên xwe bi civîneke çapemeniyê da.

Di civîna li avahiya DBP’ê de rêveberên bajêr û navçeyan ên DBP’ê jî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP’a Wanê Munîr  Aras ve hat dayîn.

Aras diyar kir ku ji bo berpirsyartiya aştiyê ya ji bo gelan wezîfeyeke bînin cih, di rojên pêşiya me de bi dirûşma, “Ji bo hema niha aştî em banga 5 deqeyan fikirandina encamên şer û mirinan dikin” starta çalakiyên xwe dane.

Aras anî ziman ku wê ji niha û pê ve her roj saet 15.00’an bi tevlîbûna hemû rêxistin, saziyan û gel çalakiya 5 deqeyan rawestandina kar li dar bixin.

Aras wiha dewam kir: “Ev çalakiya me di serî de li navendên bajêr, li her qada jiyanê wê pêk bê. Her roj saet 15.00’an pêwîste ajokar karibe wesayîta xwe rawestîne, karkerê febrîqeyê makîneyan rawestîne, înşaetkar înşaetên xwe, esnaf firotina xwe, memûr nivîsandina xwe, kesê li malê nameyê dinivisîne penûsa xwe berde; kî her çi karî dike karibe karê xwe bisekinîne. Li hemberî polîtîkayên şer û kuştinê yên AKP’ê em bang li gelê xwe dikin ku herî kêm 5 deqeyan helwest bigirin.”