Li navçeya Qisleyê ji ber gulebarana ji Qereqola Koçyîgîtlerê li herêma Zargovîtê şewat derket. Şewata ku welatî hewl didin bixin bin kontrolê ber bi Duzgun Baba ya ku ji bo elewiyên li herêmê dijîn warekî pîroz e ve belav dibe.
Li navçeya Qisleyê ya Dêrsimê ji ber gulebarana ji Qereqola Koçyîgîtlerê li herêma Jiargovîtê ya li geliyê Pêriyê ye şewat derket. Welatiyên ku şewat ferq kirin ji bo mudaxaleyî şewatê bikin ketin nava hewldanan. Welatiyên ku ji navenda bajar û navçeyên dijî jî hatin cihê şewatê. Ji ber ku herêmeke dijwar e, wesayîtên kar nikarin bikevin herêmê welatî bi tevir û bêran ve şewatê vedimirînin.
Ji ber şewata ku hê nehatiye kontrolkirin Duzgun Baba yê ku ji bo gelê herêmê warekî pîroz e ve belav dibe.
Ji welatiyên ku tevli xebatên vemirandina şewatê bûne Ayhan Arduç diyar kir ku xwezaya wan ji ber bendavan tê wêrankirin ev jî ne bes e daristanên wan tên şewitandin. Arduç wiha got: "Warên me yên pîroz, ziyaretên me di bin avê de mabûn niha hemû bûn xalî. Ma qet dilê van naşewite. Ji pîroziyên me çi dixwazin, heke şewat nayê vemirandin şewat dê ber bi warê me yê pîroz Duzgun Baba ve biçe."
Ji endamên Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Munzurê Haydar Çetînkaya jî diyar kir ku şewat gihiştiye daristanên Jiargovîtê û ev der warekî pîroz ê Dêrsimê ye. Çetînkaya bilêv kir ku şewat niha ber bi Duzgun Baba ya ku yek ji warên herî pîroz e ve diçe. Çetînkaya banga bihistiyariyê kir.