Li Hênê çalakiya mertalên zindî dewam dike
Li bejahiya Hurê ya navçeya Hênê çalakiya mertalên zindî dewam dike. Li aliyê din leşkerên bi helîkopteran hatin herêmê, li derdorê bi cih bûne.

Li dijî operasyona leşkerî ya artêşa Tirk a li sêgoşeya Lice-Hênê-Karaz ên Amedê, bi sedan kes li bejahiya Hurê çalakiya xwe ya mertalên zindî didomînin.
Tevî bicihbûna leşkeran li herêma operasyonê, mertalên zindî li Girê Zergê yê di navbera gerîlayên HPG û leşkerên Tirk de ye, nobedê digirin. Girseya gel tevahiya şevê agir dada, govend gerand û danê sibehê jî qad paqij kir.
Di heman demê danê sibehê bi 2 helîkopterên leşkerî keşif hat kirin.