NAV-DEM: Em beşdarî merasîma cenazeyê Jochîm ê YPG'yî bibin
NAV-DEM'ê, ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) a 22'ê Tebaxê roja Şemiyê li bajarê Elmanya Karlsrûheyê, banga beşdariyê kir.
NAV-DEM'ê, ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) a 22'ê Tebaxê roja Şemiyê li bajarê Elmanya Karlsrûheyê, banga beşdariyê kir.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yê 6'ê Tîrmehê de li Rojava jiyana xwe ji dest da, wê 22'ê Tebaxê roja Şemiyê li bajarê Elmanya Karlsrûheyê bê veşartin. Ji bo cenazeyê Kevîn Jochîm ê piştî 48 rojan wê bi merasîmeke girseyî bê veşartin, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xwedîderketinê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Enternasyonalîstê mezin şervanê YPG'ê hevalê Dilsoz Bihar, li ser navê tevahiya mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir. Ji bo hevrê Kevîn wê sibe li Karlsrûhe merasîm bê lidarxistin. Wezîfe û berpirsyariya me Kurd, şoreşger û hemû demokratan e ku hêjayî şehîdê têkoşîna bi rûmet, merasîmekê lidar bixin."
Cihê merasîm lê were lidarxistin: Friedhof Grünwinkel/ Durmersheimer Str. 34 a, 76185 Karlsruhe
Dem: 22 Tebax, saet: 10:30