KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Akpinar hat veşartin, polîsan êrîşî gel kirin
Alî Akpinar ê 19 salî ku duh êvarê li Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, bi merasîmekê hat veşartin. Girseya gel ji bo biçe cihê Akpinar lê hat qetilkirin dest bi meşê kir, lê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
Nûnerên partiyên siyasî û saziyan diçin Licê
Heyeta ji KCD, DBP, HDP û KJA pêk tê, ber bi navçeyê Licê ya Amedê ve ket rê. -
Balûken: Qesrê li hember gelê Farqînê şer da destpêkirin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken encamên lêkolîna li Farqînê kirin bi raya giştî re parve kirin û wiha got: "Qesrê li hemberî gelê Farqînê şer daye destpêkirin û terorekî dîrokî pêk anî." -
ÎHD: Dewlet ewlekariya sivîlan tehdît dike
ÎHD encama lêkolîna li Gimgimê pêk anîbû bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku li Gimgimê dewletê mal û kargehên welatiyan gulebaran kiriye. -
Daxwaza hevdîtina 15 serokên Baroyan a bi Ocalan re hat redkirin
Daxwaza hevdîtinê ya 15 serokên baroyan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji aliyê Wezareta Dadê ve hate redkirin. -
Helîkopterên Skorsky tîmên taybet datînin qada şer
Li qada Şehîd Kendal a Heftanînê şerekî dijwar heye. 8 helîkopterên Skorsky tîmên tevgera taybet datînin qadê. Artêşa Tirk li nuqteyeke nêzî qada şer 12 tank bi cih kir. -
Şer dewam dike, kobra û balafir Heftanînê bomberdûman dikin
Li Heftanînê şer dijwar e. Hat ragihadin ku helîkopterên kobra û balaifirên şer herêmê bomberdûman dikin. Di şer de tê gotin ku gelek leşker birîndar bûne. -
Yîgîtalp: Gelê Farqînê pêwîstî bi xweparastinê dît
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a li Farqînê ji bûyerên 6 rojên dawî re şahidî kir anî ziman, ku gelê Farqînê ji bo kuştin û windahiyên salên 90'î careke din bi serê wan de neyê, xwe bi rêxistin kiriye. -
Şerê li Heftanînê îro jî didome
Şerê duh di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de li Heftanînê destpê kir, îro jî dewam dike. -
Li Viyanayê xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, xwerêveberiyên li gelek navendên Kurdistanê hatine ragihandin bi çalakiyekê hatin silavkirin. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Siyaseta Başûr di nava krîzê de ye
Li Başûrê Kurdistanê krîza hilbijartina serokatiyê ku diviyabû îro bihata kirin, çareser nebû. Ji ber ku parlament nekarîbû bicive, hilbijartin hat taloqkirin. -
Serî hildin! - Cemîl Bayik
"Li Tirkiyeyê demokrasî û azadî tenê bi berxwedana li dij êrîşan pêkan e. Nerazîbûnên niha kêm in. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dij van êrîşên hovane divê yekser rabin ser xwe." -
Polîsê Tirk li Hezexê ciwanek qetil kirin
Polîsên Tirk duh bi şev li navçeya Şirnex Hezexê ciwanekî bi navê Cebbar Acer qetil kirin. -
'Jinên Botanî xwedî li xwerêveberiyê derdikevin'
Hevseroka Meclîsa Bajêr a CizIrê Yuksel, der barê ragihandina xwerêveberiyê de got, "Li dijî zilm û polîtîkayên qirêj ên AKP'ê, ji bilî ragihandina xwerêveberiyê ti çareya me nemabû." -
Polîsan li Mêrdînê ciwanek qetil kirin
Polîsên li Mêrdînê êrîşî xwepêşandana protestoyî kirin, ciwanê bi navê Alî Akpinar ê 19 salî qetil kirin. Ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans bikeve nava taxê, cenazeyê ciwan, bi saetan li erdê ma. -
Firat: Divê ciwanên Kurdistanê ji bo parastina xwerêveberiyan bikevin nava tevgerê
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Huseyîn Firat bang li ciwanên Kurdistanê kir ku bêyî li benda tiştekî bisekinin, ji bo parastina xwerêveberiyan bikevin nava tevgerê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûstafa Aydin (Hêja) ê di şerê li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
Elma yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat veşartin
Firat Elma yê li navçeya Stenbol Esenlerê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Bismilê bi merasîmekê hat veşartin. -
Polîtîkaya şer a AKP'ê li Basel û Zurîchê hatin şermezarkirin
Li Basel û Zurîchê, polîtîkaya şer a AKP'ê ku Lice, Gimgim, Şemzînan û gelek deverên din ên Kurdistanê dimeşîne hat şermezarkirin û berxwedan û xweparastina gel hat silavkirin. -
Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma ji Viyanayê ve tê meşandin
Nobeda Azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di hefteya 165. de ye. -
Kalçik: Pirsgirêkên neteweyekê bi nêzîkatiyeke civakî dikarin çareser bibin
Serokê Meclîsa Rêveberiya Taybet a Bajarê Wanê Alî Kalçin destnîşan kir ku xwerêveberî tê wateya rêveberiya gelekî ya çand û zimanê xwe. -
Bi tevlîbûna dehhezaran ji bo Gok merasîm hat lidarxistin
Gerîlayê HPG’ê Engîn Gok (Devrim Bişeng) yê di bombebarana leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê ligel astengiya polîsan ji aliyê dehhezaran ve hat oxirkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Yildirim ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Harun Yildirim (Erdal), li gundê Qerxeliya navçeya Dutaxa Agiriyê li tenişta endama PKK'ê Sema Yuce hat definkirin. -
Topên hawanê yên leşker ji qereqolê diavêjin li malan ketin
Topên Hawanê ya leşkerên Qereqola Harûna li xaniyên gundê Nêrdûşe yê navçeya Şemzînanê ket. Topên hawanê zerarek mezin da xaniyên gund. -
Heyeta mafê mirovan sibe diçe Farqînê
Heyeta rêxistinên mafên mirovan bi boneya geşedanên li Farqînê lêkolîn bike, wê sibê diçe Farqînê.