Polîsan li Mêrdînê ciwanek qetil kirin

Polîsên li Mêrdînê êrîşî xwepêşandana protestoyî kirin, ciwanê bi navê Alî Akpinar ê 19 salî qetil kirin. Ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans bikeve nava taxê, cenazeyê ciwan, bi saetan li erdê ma.

Li taxa Yalim a navçeya navendî ya Mêrdînê Artûklû, ciwanan bi armanca şermezarkirina operasyonên leşkerî yên dema dawî çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Lê belê polîsên Tirk bi fîşekên rastî êrîşî ciwanan kirin.

Di êrîşa polîsan de Alî Akpinar ê 19 salî bi giranî birîndar bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Polîsên ku ketin û derketina taxê asê kirin, nehiştin ambûlans bikeve nava taxê. Ji ber vê yekê cenaze bi saetan li erdê ma. Piştre ji bo otopsiyê rakirin Amedê.

Li kolana Akpinar lê hat qetilkirin şopên xwînê û li ser gelek derî û dîwarên malan şopên fîşekan hat dîtin.

'WÊNEYÊ MIN BI XWÎNA KURÊ MIN BIKIŞKÎNIN'

Bav Mehmet Akpinar hat cihê kurê wî Akpinar lê jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku wî 3 caran li ambûlansê geriya ye, ambûlans nehatiye û rayedaran jê re gotine, 'Hûn cenazeyê xwe rakin.' Bav Akpinar anî ziman ku kurê wî ji aliye polîsên di maşîna zirxî ya bi tîpa 'akrep' de hatiye gulereşandin û got, "Êdî bes e, dilê me şewitî. Bila yê mirovên din neşewite. Êdî bes e. Mala me şewitî. Bila mala Erdogan jî bişewite."

Bav Akpinar li cihê kurê wî lê hat qetilkirin rûnişt û nekarî pêşî li barîna rondikên çavan bigire. Bav Akpinar xwest wêneyê wî bi xwîna kurê wî re were kişandin. Bav Akpinar got, "Ji kerema xwe re bi vî rengî wêneyê min bikişînin û biweşînin. Heta dawiyê vê rewşê bikişînin. Ji bo Xwedê, mirov ambûlansekê dişînin. Bila Xwedê ji te nerazî be Erdogan. We gule li zarokekî ciwan reşandin, ew qetil krin. Ji Xwedê bitirsin."

Kal Husnu Elmas jî diyar kir ku ji ber polîsan ketin û derketina ji taxê qedexe kirin, ambûlans nekarî bê û cenaze 4 saetan li erdê ma.