Elma yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat veşartin

Firat Elma yê li navçeya Stenbol Esenlerê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Bismilê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê Firat Elma yê li taxa Tûna ya navçeya Stenbol Esenlerê, di dema xwepêşandana ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Farqînê de ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, danê êvarê li gundê Sergawre ya li navçeya Amed Bismilê hat veşartin.

Cenazeyê Elma piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, bi balafirê anîn Amedê. Cenazeyê li pêşiya gundê lê ji dayik bû hat pêşwazîkirin, girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan û anî mizgefta gund. Li dû bi cih anîna wecîbeyên olî, ciwanan darbesta cenaze hilgirtin ser milan û çûn goristana gund.

Piştî veşartina cenaze Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca axivî û anî ziman ku êşa AKP'ê ya ji ber têkçûna li Kobanê hînê dewam dike. Ûca got, "Lê belê bila zanibin ku gelê Kurd wê hemû felaketan bi berxwedanê veguherîne serketinê. Bi sedan salane gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi canên xwe yên giranbuha berdêlên mezin daye. Çawa ku ti carî serî li ber zext û zilmê netewand, wê serî li ber felaketê jî netewîne. Bila AKP zanibe ku li hemberî tank û topên wan, wê berxwedana Kurdan qezenç bike."

Apê Elma Yûsûf Elma jî got, "Raperîna 29'an a Kurdan Firat e. Bi saya van îsyanan em li Kurdisatnê dijîn. Heta dilopek xwîna me hebe, em ê mafê xweparastina rewa bi kar bînin."