Kalçik: Pirsgirêkên neteweyekê bi nêzîkatiyeke civakî dikarin çareser bibin
Serokê Meclîsa Rêveberiya Taybet a Bajarê Wanê Alî Kalçin destnîşan kir ku xwerêveberî tê wateya rêveberiya gelekî ya çand û zimanê xwe.
Serokê Meclîsa Rêveberiya Taybet a Bajarê Wanê Alî Kalçin destnîşan kir ku xwerêveberî tê wateya rêveberiya gelekî ya çand û zimanê xwe.
Serokê Meclîsa Rêveberiya Taybet a Bajarê Wanê Alî Kalçin destnîşan kir ku xwerêveberî tê wateya rêveberiya gelekî ya çand û zimanê xwe. Kalçik destnîşan kir ku neteweyek, pirsgirêkên xwe yên civakî dikare ancax bi tevger û nêzîkatiyeke hevpar û civakî çareser bike.
Serokê Meclîsa Rêveberiya Taybet a Bajarê Wanê Alî Kalçik da xuyakirin ku xwerêveberî jiyaneke azad û demokratîk vedibêje û got, "Tê wateya vakirina aboriya xwe ya herêmî. Tê wateya rêveberiya Kurdan a bi çand û zimanê xwe. Tê wateya avakirin û parastina xweseriya demokratîk, li hemû qadên çandî, civakî, aborî, edalet, exlaqî, polîtîk û perwerde tê wateya avakirina hêza xwe, rêvebirina xwe û xweparastinê. Ev xwerêveberî, çareseriya hemû pirsgirêkên civakî bi hêza gel, esas digire."
Kalçik diyar kir ku di rewşeke xwerêveberiyê ya gelê Kurd de wê hemû derfet bibin yek û bi hev re werin bikaranîn. Kalçik got, "Pirsgirêka neteweyekê, pirsigrêka civakekê ancax bi tevger û nêzîkatiyeke civakî dikare çareser bibe. Wê jiyana hevpar serdest be, ji vê re jî jiyana kolektîf, jiyana komîn tê gotin. Pêwîstî, wê bi hevkariyê bên tedarikkirin. Beriya her tiştî wê pêwîstiyên rojane esas bên girtin. Li çiya, deşt, gund, bajarok an jî bajaran, wê avakirina mercên jiyanê esas bê girtin. Afirandina polîtîkayên vê wê esas were girtin. Hemû rêxistinbûyîn, plansazî û zanebûn wê li gorî vê be."
'DI XWERÊVEBERIYÊ DE CIVAK BERHEMÊN XWE DIAFIRÎNE'
Kalçik anî ziman ku di modelên aboriyê yên sosyalîst an jî kapîtalîst de, sîstemên aboriyê bi birêxistinbûyîna civakê hatine afirandin û got, "Yek jê bi rêxistinbûyîna dewletparêzî (kapîtalîzma dewletê) yek jî bi hewldanên taybet (sîstema kapîtalîst), weke febrîqe xwediyê zeviyan, patron, sermayedar, axa û dewlet dest datîne ser nirxên aborî yên civakê û talan dikin. Ji ber vê yekê nêrîna 'yê pereyê xwe heye, sermayeya xwe heye nirxan-berheman diafirînin' bêbingeh e. Berhem ji aliyê civaka rêxistinbûyî ve tê afirandin. Eger civakeke rêxistinbûyî were afirandin û çarçoveya vê planê de bê rêvebirin, wê karibe bersivê bide pêwîstiyên xwe. Aboriyên ekolojîk her şêwe beheman diafrîne û dide civakê."
Kalçik anî ziman ku dema li gorî pêwîstiyên civakê meclîs û kooperatîf bi şêweyê komînan hatin birêxistinbkirin û bi xweseriya demokratîk re hiqûqa vê hat avakirin, hingî wê civak bi rêxistinbûyîna xwe ya konfederal re veguhere hêza çareseriya hemû pirsgirêkan û destnîşan kir ku divê bi vê ferasetê li rêveberiyên herêmî yên demokratîk bê temaşekirin.
'GIRÎNG E EM MODELA XWERÊVEBERIYÊ BAŞ NÎQAŞ BIKIN'
Kalçik da zanîn ku sîstemek, feraseteke demokratîk an jî têgihiştineke bi vî rengî ya bersivê bide paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê hînê li Ewropayê jî nîne û ev nirxandin kir: "Paradîgmaya xwerêveberiyê, demokrasiya gel esas digire. Sîstema kapîtalîst jî demokrasiya bûrjûva esas digire. Bi vê paradîgmayê re tê xwestin ku bi îdeolojî û pîvanên xwe re bi rêya têkoşînê xwe bi mirovahiyê bide qebûlkirin, sîstema kapîtalîst derbas bike û konfederalızma cîhana demokratîk ava bike. Mînak; aliyê ekolojîk û jinê yê paradîgmayê niha di warê gerdûnî de hatiye qebûlkirin. Divê weke gelê Kurd em xwerêveberiyê gelekî baş nîqaş û analîz bikin."
'DIVÊ HIKÛMETA AKP'Ê DERHAL GAVÊN PÊWÎST BIAVÊJE'
Şêniyên Wanê jî nêrînên xwe yên li ser îlana xwerêveberiyê ji ANF'ê re gotin: "Em dixwazin di nava aştî û biratiyê de bijîn. Ev daxwaza me hînê dewam dike. Em li bendê ne ku hikûmeta AKP'ê gavên pêwîst biavêje. Di rewşeke berevajî de em ê li dijî neqeiyan bi xweparastina xwe re têkoşîna xwe dewam bikin."
Şêniyên taxa Şehîd Firat bal kişandin ser komkujiyên her roj li Kurdistanê diqewimin û gotin, "Bê guman li dijî êrîşên bi şev em ê nobedê bigirin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Lê belê li dijî êrîşan xweparastin refleksa herî însanî ye" û bal kişandin ser girîngiya xweparastinê.