Siyaseta Başûr di nava krîzê de ye

Li Başûrê Kurdistanê krîza hilbijartina serokatiyê ku diviyabû îro bihata kirin, çareser nebû. Ji ber ku parlament nekarîbû bicive, hilbijartin hat taloqkirin.

Li Başûrê Kurdistanê krîza hilbijartina serokatiyê ku diviyabû îro bihata kirin, çareser nebû. Ji ber ku parlament nekarîbû bicive, hilbijartin hat taloqkirin. Barzanî yê ku dema wezîfeya wî qediya ye, tê meraqkirin ku gelo wê li gorî kevneşopiya qanûnî tevbigere û wezîfeya xwe radestî Serokê Parlamentê bike yan na.

Li Başûrê Kurdisatnê, ji bo çareserkirina hilbijartina serokatiyê bi mehan nîqaş hatin meşandin, di navbera partiyan de hevdîtin hatin kirin, lê belê ti encam ji van danûstandinan derneket. Ji partiyên cuda 49 parlamenteran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê banga civîna awarte li parlamentê kirin. Lê belê civîna ku diviyabû di 19'ê Tebaxê saet di 10:00 de bihata lidarxistin, ji ber hejmareke têrker a parlamenteran ne amade bûn, ji bo demeke ne diyar hat taloqkirin.

'DAXWAZA DIRÊJKIRINA DEMA WEZÎFEYÊ JI BO CARA DUYEMÎN, NEHAT QEBÛLKIRIN'

Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2005'an û vir ve Mesûd Barzanî wezîfeya serokatiya herêmê dimeşîne. Mesûd Barzanî ku di sala 2013'an de dema wezîfeya wî qediya, di encama lihekirina PDK û YNK'ê de ji bo 2 salên din careke din bû serok.

Lê belê, ji ber daxwaza PDK'ê ya ji bo 2 salên din dirêjkirina dema wezîfeya Barzanî, hilbijartina serokatiyê veguherî krîzê.

PDK ferz dike ku Mesûd Barzanî careke din bibe serok, lê Tevgera Goran, YNK û Partiya Tevgera Îslamî (Komala Îslam) ên li parlamentê, li dij derdikevin ku Barzanî careke din bibe serok. Yekgirtû Îslam jî li cihekî navîn sekinî û diyar kir ku Barzanî dikare ji bo demeke din bibe serok.

KRÎZ BINYADÎ YE

Her çend hilbijartin an jî nehilbijartina Mesûd Barzanî ji bo krîzê weke sedem tê nîşandan jî, krîza li Başûrê Kurdistanê weke krîzeke binyadî tê nirxandin. Partiyên naxwazin Barzanî ji bo demeke nû bê hilbijartin, di heman demê de dixwazin erkê serok ê ji aliyê gel ve tê hilbijartin bê bisînorkirin, bikeve rewşeke sembolî û ji aliyê meclîsê ve were hilbijartin.

'BILA SÎSTEMA PARLAMENTERIYÊ BÊ MEŞANDIN'

Partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê balê dikişînin ser hilweşîna dîktatoran di salên dawî de li herêmê û destnîşan dikin ku ew naxwazin dawiya wan jî bibe rewşa kaotîk a dewletên bi şerê navxweyî re veguherîne xirbe. Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li şûna sîstema serokatiyê dixwazin sîstema parlamenteriyê ya demokratîk bê meşandin. Partiyên bi serkêşiya YNK û Tevgera Goran bi israr li dijî sekna PDK'ê ya ji bo serokatiya Barzanî derdikevin, dixwazin erkên serok bên bisînorkirin û serok ji aliyê parlamentê ve were hilbijaritn.

BARZANÎ BI DARBEYÊ SÛCDAR KIR

YNK, Goran, Yekgirtû Îslam û Komala Îslam ji bo nirxandina van pirsgirêkan li parlamentê, du meh beriya hilbijartinên serokatiyê banga rûniştina awarte ya meclîsê kirin. Li ser vê yekê rûniştin di 23'ê Hezîranê de pêk hat. Lê belê PDK beşdarî vê rûniştinê nebû û partiyên mijara gotinê jî bi 'pêkanîna darbeyê' sûcdar kir. YNK, Goran û gelek partiyên din, ferzkirina serokatiya Barzanî week dîtatorî û serdestiya yek şexsî nirxandin.

FETLA BÊ ENCAM A SÊ MEHAN

Di nava sê mehên bihurî de di navbera partiyan de gelek hevdîtin hatin kirin. Hema hema tevahiya rojeva Başûrê Kurdistanê li ser hilbijartinên serokatiyê sekinî. Tevî ku piştî her hevdîtiNê rayedarên partiyan daxuyanî dan û gotin, 'hevdîtin bi erênî derbas bûn', rewş berevajî meşiya û veguherî rewşeke krîzê.

CIVAKÊ BERDÊLA WÊ DA

Vê krîza li qada siyasetê bandor li qadê civakî û aborî kir. Ekonomî roj bi roj têk çû û ji aliyê civakî ve jî encama wê; reva 5 hezar ciwanan ji welêt bû. Pisporan li hemberî vê rewşê hişyarî dan siyasetê û xwestin pirsgirêkê tavilê çareser bikin. Her wiha 30 parlamenteran jî, ji bo nirxandina rewşa ciwanên ji ber krîza siyasî ji welêt reviyan, banga civîna lezgîn li parlamentê kir, lê ji ber hejmara têrker peyda nebû, parlament neciviya.

JI NIHA Û PÊ VE WÊ ÇI BIBE?

Di 19'ê Tebaxê de dihat payîn ku bi kombûna parlamentê re pirsgriêk çareser bibe, lê ji ber peydanebûna hejmara têrker, rûniştina parlamentê pêk nehat.

Baş e di rewşa heyî de li gorî teamulan û qanûnan divê çi bê kirin?

Eger li parlamentê partî li hev nekin, li gorî qanûnan dema serokatiyê ya serokê heyî diqede û heta serokê nû bê hilbijartin divê erka xwe radestî serokê parlamentê bike. Piştî rûniştina ku duh diviyabû bihata lidarxistin lê pêk nehat parlamenterê Tevgera Goran Birzo Mecîd daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser heman mijarê.

Lê belê hînê nayê zanîn bê Barzanî wê erka xwe radestî Serokê Parlamentê bike yan na.