KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk Şapatan bombe kir: Herî kêm 4 birîndar
Pevçûnên li navçeya Şemzînan dijwar dibin û gundê Şapatan tê bombebarankirin û di encama bombebaranê de herî kêm 10 mal xera bûn û 4 welatî jî birîndar bûn. -
Biryara xwerêveberiyê wê li Marsîlyayê bê silavkirin
Li Marsîlyayê wê komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin werin protestokirin û biryara xwerêveberiyê ya Kurdan bê silavkirin. -
Li Liceyê artêşa Tirk gule mertalê zindî reşandin: 2 birîndar
Koma li bejahiya navçeya Amed Liceyê dest bi çalakiya mertalên zindî kir, rastî êrîşa leşkerên Tirk hat. Hat ragihandin ku ji ber guleyên leşkerên Tirk du kes bi giranî birîndar bûne. -
DBP: Encam çi dibe bila bibe em ê bêdeng nemînin
Navenda Giştî ya DBP'ê, der barê operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partî û şaredariyên wan û bi nûçeyên bê bingeh re operasyonên xapandina raya giştî de, daxuyaniyek da. -
Girtiyan diyar kirin ku wê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin
Girtiyên li girtîgehên tîpa E û D ên Amedê, ku ji 15'ê Tebaxê û vir ve di greva birçîbûnê de ne, dan xuyakirin ku eger daxwazên wan neyên qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. -
Pîr ê li Farqînê ye: Wê komkujî bê kirin!
Parlamenterê HDP'ê Pîr ê li Farqînê ye: Rêyên navçeyê girtî ne. Car carna dengê teqîna bombeyan, gulereşandina çekan tê. Tank jî hene. Mirov nikarin derkevin derve. Pevçûneke giran heye. Eger fermaneke cuda neyê, wê komkujî bê kirin. -
Nasnameya ciwanê li Farqînê jiyana xwe ji dest da aşkera bû
Hat ragihandin ku ciwanê li navçeya Amed Farqînê ji ber êrîşa polîs û leşkerên Tirk bi fîşeka li serî ketî jiyana xwe ji dest da, Serhat Bîlen e. -
Welatiyen li Gimgimê hatin înfazkirin li Marsîlyayê hatin bîranîn
Toprak û Kiziltaş ên li Gimgimê hatin qetilkirin, li Marsîlyayê hatin bîranîn. -
Keyayê gundê Altûnsû: Gule û bombe li me dibarin, dengê me bibihîzin
Keyayê gundê Altûnsû Zeydan Ozel da xuyakirin ku ji tabûra Tekelî obus û hawan li wan tên barandin û got, "Gule û bombe li me tên barandin. Dengê me bibihîzin." -
Aydogan: Divê gelê me biçe Farqînê
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan hişyarî da ku AKP'ê dest bi operasyoneke zerarê bide sivîlan kiriye û bang li gel kir, ku berê xwe bide Farqînê. -
Hevşaredarê Şemzînanê: Gel bi gefa komkujiyê re rû bi rû ye
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz diyar kir ku tabûra Tekelî topan diavêje gundê Altûnsû û leşker anonsên "Gund vala bikin" dikin. Yilmaz got, "Gel bi gefa komkujiyê re rû bi rû ye. Ji bo peşîgirtina li komkujiyê divê her kes bi berpirsyarî rabe." -
Li Şemzînanê hewldana komkujiyê!
Li Şemzînanê pevçûn dewam dike û polîs-leşker guleyan li derdora xwe direşînin. Ji maşînên zirxî jî anonsên "Malên xwe vala bikin. Naxwe em ê ne berpirsyarê bûyerên biqewimin bin" hatin kirin û gef li gel hat xwarin. -
Leşkeran li Liceyê qada daristanî şewitandin
Leşkerên Tirk ên li navçeya Amed Liceyê derketin operasyonê, qada daristanî şewitandin. Şewat li derdorê belav dibe. -
Pevçûnên li Şirnexê tevahiya şevê dewam kirin
Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan bi çekan êrîşî ciwanan kirin. Di van êrîşan de 3 kes birîndar bûn. -
Nasnameya 2 sivîlên li Gimgimê hatin qetilkirin aşkera bû
Hat ragihandin, ku du sivîlên li Gimgimê hatine qetilkirin Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak in. -
DBP: Li hemberî komkujiyeke gengaz divê gelê me biçe Farqînê
Rêxistina DBP'ê ya Amedê da xuyakirin ku êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li Farqînê ji duh bi şev û vir ve zêde dibin û bang li gel kir ku biçe navçeyê. -
KCK'ê banga xwedîderketina li xwerêveberiyan kir
KCK'ê diyar kir ku êrîşên dewleta AKP'ê roj bi roj zêde dibin û got, "Yekane rêya pêşîgirtina li vê rewşê, xwedîderketina li hemû bajar û navçeyên xwerêveberî ragihandine, ye." -
Hîwa: Armanca me ne kuştin e, avakirina sîstema demokratîk e
Nûçegihanê Humanite Pierre Barbancey, ku li Qendîlê bi yek ji berdevkên PKK'ê Zagros Hîwa re hevdîtin kir, hevpeyvînek li ser zerara dewleta Tirk dide têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, weşand. -
Walîtiya Amedê li Farqînê derketina kolanan qedexe kir
Walîtiya Amedê piştî navçeya Licê niha jî li Farqînê kolan li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê diyar kir ku heta fermana duyemîn kolan li welatiyan qedexe ye. -
Li Sirînê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Balafirên şer yên koalîsyona navneteweyî îro seat 18.30’an navendek çeteyên DAIŞ’ê li başûr rojhilatê bajarokê Sirînê yê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 5 çete hatin kuştin. -
Meclîsa Şûra: Divê dema wezîfeya Barzanî bê dirêjkirin - HAT NÛKIRIN
Meclîsa Şûra ya Herêma Federal a Kurdistanê di civîna xwe ya îro de biryar girt ku Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî heta hilbijartina serokatiyê wezîfeya xwe dewam bike. -
Li Bagokê çalakiya mertalên zindî
Walîtiya Mêrdînê li herêma Çiyayê Bagokê "Herêma Ewlehiyê" îlan kir. Piştî vê biryarê wekîl û rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê li dijî herêma Ewlehiyê bûn mertalên zindî û berê xwe dan çiyayê Bagokê. -
Li Licê qedexeya derketina kolanan
Walîtiya Amedê îşev li Licê qedexeya derketina kolanan îlan kir. -
Gerîlayê HPG’ê Yatar ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ugur Yatar li Taxa Paçuxliya Jorê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin. -
Di teqîna Efrînê de 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku di encama teqîna li gundê Xulalka ya navçeya Bilbilê pêk hat, 5 şervanên YPG’ê dema erka xwe pêk dianîn jiyana xwe ji dest dane.