Hevşaredarê Şemzînanê: Gel bi gefa komkujiyê re rû bi rû ye

Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz diyar kir ku tabûra Tekelî topan diavêje gundê Altûnsû û leşker anonsên "Gund vala bikin" dikin. Yilmaz got, "Gel bi gefa komkujiyê re rû bi rû ye. Ji bo peşîgirtina li komkujiyê divê her kes bi berpirsyarî rabe."

Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz diyar kir ku tabûra Tekelî topên obusê diavêje gundê Altûnê û leşker anonsên "Gund vala bikin, naxwe ji ya biqewime em ê ne berpirsyar bin" dikin. Yilmaz got, "Gel bi gefa komkujiyê re rû bi rû ye. Ji bo peşîgirtina li komkujiyê divê her kes bi berpirsyarî rabe."

Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz bûyerên ji saet 11:50 û pê ve li navçeyê qewimîn, vegot:

"Tabûra Tekelî topên obusê diavêje gundê Altûnsû. Du ji van topan li gund ketin. Ev der cihekî gelekî nêzî navenda navçeyê ye. Ji saet 05:00 û pê ve şer û pevçûn dijwar bûn.

Leşker anonsa 'Gund vala bikin, naxwe ji ya biqewime em ne berpirsyarin' dikin.

Nifûsa gund 5 hezar e.

Elektrîk qut bûye. Operatorên Avea, Vodafone ji duh ve qut bûne. Turkcell ji saet 07:00 û pê ve qut bûye. Berî 15 deqeyan hat.

Li navenda bajêr bi awayekî fîîlî derketina derve qedexe ye. Daîreyên fermî girtî ne. Nexweşxane hat valakirin. Rêya bejahî ya Gever-Şemzînanê girtî ye.

Gel gel bi fikar e, bi komkujiyê re rû bi rû ye.

Beriya niha bi keyayê gund re axivîm. Ji min re got, 'Em bi komkujiyê re rû bi rû ne, dengê me bide bihîstin.'

Ji bo pêşîgirtina li komkujiyekê, ez dixwazim bibîr bînim, ku wezîfe dikeve ser milê her kesî."